Hate ragihandin ku piştî ku şervanan li dewreya ‘Şehîd Ehmed El-Xelef’ ya adademiyê de, dekildarî dîroka Sûrî, waneyên leşkerî mîna fêrbûyîna çekên ferdî û giran perwerdeya xwe xilas kirin, wê beşdarî nava refê YPG’ê bibînin.
‘YPG’ê parastina gelan dike’
Şervanên YPG’ê ji bo tevlîbûna dewreya perwerdê kêfxweşiya xwe anîn ziman û hêvî kirin ku hertim serkeftî bin.
Şervanê YPG’ê Sîdam El-Hindawî yê ji pêkhateya Ereb e sedemê tevlîbûna xwe ya YPG’ê weha anî ziman: “Min dev ji lîwa Siwar El-Reqa berda û tevlî YPG’ê bûm ji ber armanca YPG’ê parastina gele û qedandina çeteyên DAIŞ’ê ye.”
Her weha Xelîl Îbrahîm Silêman ê ji pêkhateya Tirkmen diyar kir ku ew ji ber gelek sedeman tevlî YPG’ê bûye û got: ”YPG’ê bê ku cûdayî têxe navbera gelan de parastina gel dike û ji bo azadî û rizgarkirina wan têdikoşe.”
Hanî Mela yê ji pêkhateya Tirkmene di derbarê sedema tevlîbûna xwe ya YPG’ê de got: “Ji ber YPG’ê tenê hêza ku li hemberî terorê şerdike.
Şervanê YPG’ê Îsa El-Salih jî ê ji pêkhateyên Erebe anî ziman ku ew bi îrada xwe tevlî YPG’ê bûye û sedema wê ji ber YPG’ê li hemberî dijminên mirovahiyê şer dike.
ANHA/GIRÊ SPÎ