Rêşad Sorgul
Dewleta Tirk li sê beşên Kurdistanê dagirker e. Lê ne tenê dagirker e, di heman demê de bi awayekî sondxwarî dixwaze qira Kurdan bîne. Ji bo vê jî wexta keysa xwe li Kurdan tîne êrişên xwe dijwar û giran dike, û dema lewaz dibe di kozika xwe de li benda roja xwe dimîne. Di dijminatiya xwe de sondxwarî ye. Ji ber ku mejiyê wê dewixiye û bawer dike ku Kurd bibin tiştek wê hebûna wê ji holê rabe. Dewleta Tirk a dijminê sondxwarî ya gelê Kurd êrişên xwe jî li gorî xwe di rojên manedar de pêk tîne. Mînak, Rêber Apo di roja 15´ê Sibatê de kir êsîr ango roja destpêka serhildana Şêx Seîdê Kal e. 29´ê Hezîranê jî biryara dardakirinê ji bo Rêber Apo da û ev jî roja dardakirina Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî ye. Niha jî 9´ê Cotmehê li dijî Rojavayê Kurdistanê ketiye nava tevgereke dagirkiriye. Yanî roja destpêkirina bêbextiya navdewletî ya li dijî Rêber Apo.
Li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, êrişên çeteyên DAIŞê yên bi palpiştiya dewleta Tirk, kir ku Kurd bi hêzên koalîsyonê re bikevin bereyekê û bi hev re tevbigerin. Serkêşiya hêzên koalîsyonê, Emerîka dike. Bêguman vê jî kir ku ji alî Kurdan ve di çerxa cîhanê de guhertinek bibe. Gotin di cih de be, bextê Kurdan ê di sedsala bîstan de çep geriyabû di sedsala bîstûyekê de hatibû ser hemdê xwe. Lê tiredînekî bi navê Trump bû serokê Emerîkayê û vî necamêrî hem Kurd, hem jî welatê xwe hetikand, behdiland. Berê jî Trump biryara vekişandina hêzên Emerîkayê ji Sûrî dabû, lê siyaseta Emerîkayê, nexasim jî Pentagon li ber vê rabûbû û ev rawestandibû. Dîsa ev tiredîn bi xwe mikur hatibû ku Erdogan dixwaze Kurdan qir bike. Erê, dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Di raya giştî ya Emerîkayê de ev çend roj in, ev tê guftûgokirin. Hin siyasetvanên Emerîkayê mîna xanim Hîlary Clinton anî ziman ku ya Trump dike, bêbextiyeke pirr xirab e. Dîsa Brett McGurk û senator Lindsay Graham nerazîbûneke xurt nîşan dan. Heta senatorên Emerîkî yên komarparêz û demokrat li dijî biryara Trump gihiştin hev. Li rex vê, Ewrûpaya cihê ronesansê dîsa di nava çirava berjewendiyan de tenê kûzekûza wê ye. Jixwe Rûsya û Îranê jî xwe dan pişt vê dagirkerî û qirkirinê. Axir, ji van girîngtir rewşa Kurdan bi xwe ye.
Min li jor bi xetên stûr qala dijminatiya dewleta Tirk a bi Kurdan re kir. Ez dizanim wê gelek kes bibêjin, jixwe em vê baş dizanin. Lê ez jî dibêjim, jixwe em di vî warî de baş serwext nînin. Erê em dibêjin, lê baş tênagihijin. Çima ez wisa dibêjim, ji ber ku eger Kurdan dijminê xwe baş nas kiribûna û ew bi rastî dijmin dîtibûna wê li gorî wê xwe li hember amade bikirina. Çima hê jî beşek Kurd bi dewleta Tirk re ne? Em vê jî bidin aliyekî, ma em ê gotinên berê jî neynin bîra xwe û ji dîroka xwe ders negirin. Ma ne pêşiyên me gotin, “Eger em taştê bin, hûn ê bibin firavîn.” Binêrin, ji vê rewşa niha ya Rojava wezîrê berê yê Îsraîlê Naftalî Bennett çi ders girtiye û gotiye, “Ha niha em ji bo gelê Kurd dua dikin da ku êrişên hovane yên dewleta Tirk neçin ser wan. Di vir de dersa ji bo Îsraîlê pirr besît e. Îsraîl wê TIMÎ xwe biparêze. Dewleta Cihû wê ti carî çarenûsa xwe nexe destê hinekên din û di nava van hinekên din de dostê me yê mezin Emerîka jî heye.” Baş e, em ê ji vê çi dersê bigirin. Ma em ê çi dersekê negirin! Beriya her tiştî divê em dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî xwe baş fêhm bikin û mîna jehrê be jî binisilînin nava dilê xwe. Şert û merc çi dibin bila bibin, divê hertim di quncikeke dil û mejiyê me de be. Bi qehr û rika ji ber tevahî kuştin, êşkence, asîmîlasyon, destavêtin, zilm û zorê, divê em xwe gurçûpêç bikin. Li ser vî bingehî mirov divê qala yekîtiya gelê Kurd û Kurdistaniyan bike. Ji bilî vê, gotin, helwêst û fikrên virde wirde û tiroviro ne; di xizmeta dijmin û dagirkeran de ne. Kurdê xwe ji bo mirîşkekê dida kuştin kêm nebînin, Kurdê ji bo welatekî, ji bo nirx û çanda xwe tiştekî neke, kêm bibînin. Li ser vî her esasî, divê her Kurd û Kurdistanî li ber vî dijminî rabe, têkoşe û rika dilê xwe seqa bike. Dij-min
Rêşad Sorgul
Dewleta Tirk li sê beşên Kurdistanê dagirker e. Lê ne tenê dagirker e, di heman demê de bi awayekî sondxwarî dixwaze qira Kurdan bîne. Ji bo vê jî wexta keysa xwe li Kurdan tîne êrişên xwe dijwar û giran dike, û dema lewaz dibe di kozika xwe de li benda roja xwe dimîne. Di dijminatiya xwe de sondxwarî ye. Ji ber ku mejiyê wê dewixiye û bawer dike ku Kurd bibin tiştek wê hebûna wê ji holê rabe. Dewleta Tirk a dijminê sondxwarî ya gelê Kurd êrişên xwe jî li gorî xwe di rojên manedar de pêk tîne. Mînak, Rêber Apo di roja 15´ê Sibatê de kir êsîr ango roja destpêka serhildana Şêx Seîdê Kal e. 29´ê Hezîranê jî biryara dardakirinê ji bo Rêber Apo da û ev jî roja dardakirina Şêx Seîdê Kal û 47 hevalên wî ye. Niha jî 9´ê Cotmehê li dijî Rojavayê Kurdistanê ketiye nava tevgereke dagirkiriye. Yanî roja destpêkirina bêbextiya navdewletî ya li dijî Rêber Apo.
Li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, êrişên çeteyên DAIŞê yên bi palpiştiya dewleta Tirk, kir ku Kurd bi hêzên koalîsyonê re bikevin bereyekê û bi hev re tevbigerin. Serkêşiya hêzên koalîsyonê, Emerîka dike. Bêguman vê jî kir ku ji alî Kurdan ve di çerxa cîhanê de guhertinek bibe. Gotin di cih de be, bextê Kurdan ê di sedsala bîstan de çep geriyabû di sedsala bîstûyekê de hatibû ser hemdê xwe. Lê tiredînekî bi navê Trump bû serokê Emerîkayê û vî necamêrî hem Kurd, hem jî welatê xwe hetikand, behdiland. Berê jî Trump biryara vekişandina hêzên Emerîkayê ji Sûrî dabû, lê siyaseta Emerîkayê, nexasim jî Pentagon li ber vê rabûbû û ev rawestandibû. Dîsa ev tiredîn bi xwe mikur hatibû ku Erdogan dixwaze Kurdan qir bike. Erê, dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike. Di raya giştî ya Emerîkayê de ev çend roj in, ev tê guftûgokirin. Hin siyasetvanên Emerîkayê mîna xanim Hîlary Clinton anî ziman ku ya Trump dike, bêbextiyeke pirr xirab e. Dîsa Brett McGurk û senator Lindsay Graham nerazîbûneke xurt nîşan dan. Heta senatorên Emerîkî yên komarparêz û demokrat li dijî biryara Trump gihiştin hev. Li rex vê, Ewrûpaya cihê ronesansê dîsa di nava çirava berjewendiyan de tenê kûzekûza wê ye. Jixwe Rûsya û Îranê jî xwe dan pişt vê dagirkerî û qirkirinê. Axir, ji van girîngtir rewşa Kurdan bi xwe ye.
Min li jor bi xetên stûr qala dijminatiya dewleta Tirk a bi Kurdan re kir. Ez dizanim wê gelek kes bibêjin, jixwe em vê baş dizanin. Lê ez jî dibêjim, jixwe em di vî warî de baş serwext nînin. Erê em dibêjin, lê baş tênagihijin. Çima ez wisa dibêjim, ji ber ku eger Kurdan dijminê xwe baş nas kiribûna û ew bi rastî dijmin dîtibûna wê li gorî wê xwe li hember amade bikirina. Çima hê jî beşek Kurd bi dewleta Tirk re ne? Em vê jî bidin aliyekî, ma em ê gotinên berê jî neynin bîra xwe û ji dîroka xwe ders negirin. Ma ne pêşiyên me gotin, “Eger em taştê bin, hûn ê bibin firavîn.” Binêrin, ji vê rewşa niha ya Rojava wezîrê berê yê Îsraîlê Naftalî Bennett çi ders girtiye û gotiye, “Ha niha em ji bo gelê Kurd dua dikin da ku êrişên hovane yên dewleta Tirk neçin ser wan. Di vir de dersa ji bo Îsraîlê pirr besît e. Îsraîl wê TIMÎ xwe biparêze. Dewleta Cihû wê ti carî çarenûsa xwe nexe destê hinekên din û di nava van hinekên din de dostê me yê mezin Emerîka jî heye.” Baş e, em ê ji vê çi dersê bigirin. Ma em ê çi dersekê negirin! Beriya her tiştî divê em dijminatiya dewleta Tirk a li hemberî xwe baş fêhm bikin û mîna jehrê be jî binisilînin nava dilê xwe. Şert û merc çi dibin bila bibin, divê hertim di quncikeke dil û mejiyê me de be. Bi qehr û rika ji ber tevahî kuştin, êşkence, asîmîlasyon, destavêtin, zilm û zorê, divê em xwe gurçûpêç bikin. Li ser vî bingehî mirov divê qala yekîtiya gelê Kurd û Kurdistaniyan bike. Ji bilî vê, gotin, helwêst û fikrên virde wirde û tiroviro ne; di xizmeta dijmin û dagirkeran de ne. Kurdê xwe ji bo mirîşkekê dida kuştin kêm nebînin, Kurdê ji bo welatekî, ji bo nirx û çanda xwe tiştekî neke, kêm bibînin. Li ser vî her esasî, divê her Kurd û Kurdistanî li ber vî dijminî rabe, têkoşe û rika dilê xwe seqa bike.