Şer, tenê bi ser xwe sektorek, beşeke karmendiyê ye. Çi ku ji bo şerê pêdiviya çekan heye. Ew jî karmendiyek dixwaze. Wek mînak şer, ji bo meşa leşkeran, ji bo ragihandina artêşê rê dixwaze, rê ya leşkeriyê, ev yek jî pêdiviya beşên karmendiyekî derdixîne holê. Li dîroka hemû miletan binêrin, ji bo ku di şerê de serbikevin, çendîn desthilatdarî tenê ji bo vê yekê rê yên dûr û dirêj çêkirine, ji Marocoyê, ji İspanyolê, li ser Yewnan û Romê, heta bakûrê Avrûpa rêyên wisa hatine çêkirin ku heta wê demê mînakeke wisa nîn e. Her wisa têzanîn, Çîn, ji bo parastina xwe qesirbediyek ava kiriye, diwarên ku li dora împaratoriya Çînê digirin, di dîroka mirovahiyê de bêmînak in. 

Şer, tenê bi ser xwe sektorek, beşeke karmendiyê ye. Ne tenê mînmarî û çekdarî, di her beşa jiyanê de aborî dertîne, diafirîne. Ji avasaziyê bigirin heta ragihandinê, ji medya bigirin heta sektorên tendurustiyê, ji perwerde bigirin heta ji rewşa akademiyê, çendîn teknolojî, rêxistina  kargeh û karsaziyê, zanyarî û têgihîştina civakê jî her wisa. 

Şer, tenê bi ser xwe sektorek, beşeke karmendiyê ye. Beşa siyasetê jî rewşa xwe li gorî şerê bi rê ve dibe. Partiyên siyasî, karmendên wan, ango siyasetmedar û hemû xebatkarên sektora siyasî jî şêwazên xwe li gor şerê lêdihênînin. Her wiha her ku şer dirêj be, buroqrasiya dewletê jî tevgerên xwe, tekiliyên xwe, rabûn, rûniştin, şixulîn û xebatkirinên xwe, li gor pêdiviyên rewşa şerê birêxisrtin dikin.   

Şer, tenê bi ser xwe sektorek, beşeke karmendiyê ye. Ji bo şerê, car carina pêdiviya karên hunerî jî çêdibe; hin hunermend, nivîskar, zanyar û kesên ku tesîra xwe li ser civakê hene, ew jî berhemên xwe, afirandinên xwe yên hunerî, nêrîn û hişmendiyên xwe li gorî şerê çêdikin. Ya herî bixetere jî ev yek e. Çi ku, gava huner, nêrînên zanyariyê, hişmendî û perwerde li gorî şerê xwe birêxistin bike û şeweyên xwe li gorî şerê bimeşine, ew, ji bo berdewamiya şerê mîsageriya herî mezin e. Wê demê li himberî şerê nêrînên dijî şer were ziman û ji bo sekinandina şerê hewldaniyek pêk were, kesên bicesaret derkeve û wekî Don Kîşhot'ê li himberî cinawirên aş a şerê bisekine zehmet e, gelek zehmet e. Çi ku êdî şer, wek nirxeke civakê hêz girtiye, xwe bi hişmendiya şerê ve xemilandiye û nexşandiye, hişmendî ya civakê li gor vê yekê ava bûye, hêst ji bo şerê, nêrîn, têgihîştin ji bo şerê birê ve diçe, zanîn li gor sûda şerê, ebediyat, wêje, heta deng û rengên jiyanê jî li gorî şerê li ser nexşeya şerê dimeşe. Meşa herî bihêz ev e. 

Di van deman de dijetiya şer gelek xetere ye. Birastî hunermendiya herî rastî, hunera herî mezin jî, berçavgirtina mirinê ve li himberî şer rawestin e. Gava ku bêhna hemû civak bi şêrê ve tijî bû, esmana civakê bi rênga şerê ve xemilî û dilê civak bi rîtma şerê ve tevgeriya, dem ew dem e ku, em li himberî şerê sekneke dijî şer, nêzikahiyeke nirxên rastiyê nîşan bidin. 

Roj roja îro ye. Wekî ku Mesihiyan di şahiya mohrkirina zewacan de vedibêjin, ez jî dibêjim; "An îro dengê xwe derxînin, şêwazên xwe nîşan bidin, qêrîna xwe li gor dijitiya şer biqêrînin, an jî heta dawiyê dengê xwe dernexînin..!"