Di 8’ê Sibatê de KHK ya bi hêjmar 686 di Rojnameya fermî de hat weşandin. Bi vê biryara KHK’ê 4 hezar û 464 karmend hatin îrackirin. Ji van karmendan 330 akademîsyenên zanîngehan ji kar hatin avêtin. Akademisyenên beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) yên Zanîngeha Enqereyê Elif Çongur û Sureyya Karacabe ên bi biryara KHK’ê dawî hatin îxrackirin, tekîldarî biryarê ji dîhaberê re axivîn. Akademisyena beşa Şano ya Fakulteya Erdnîgarî Dîrok û Zilan (DTCF) Sureyya Karacabe biryara KHK’ê nirxand û got: “Me ji beşa Şano 6 kesan deklerasyona aştiyê imze kir. Ewil ez ji kar dûr xistim. Min got dê bi kesekî tola xwe hilînin û ser mijare bigirin. Ji ber ku avêtina hevalên min tê wateya girtina vê beşê. Bi dûrxistina me êdî kargeriya hunerê rawestiya. Em difikirîn ku nikarin girtina vê beşê bidin ber çavan. Lê me dît ku ew hunerê nafikirin û li dijî çand û hunerê darbe pêk anîn. Di vê ocaxa hunerê re Ozdemir Nutku, Metin And, Sevda Şener û Sevinç Sokullu, Nurhan Karadag û Turgut Ozakman derbas bûn û ev ocax teslîmî me kirin. Vê beşê bi dûrxistina akademîsyenan 3 profesor, doçentek û 2 hîndekarên leklinê winda kir.” 
Karacabey, anî ziman ku bi zagona 686’an a KHK’e di şevekê de hemû destkeftiyên salan avêtin çopê û got: “Mamosteyê zanîngehê li hemberî xwendekarê xwe deyndarê dîsîplîna akademîk e. Mamoste ne dayndarên rektor û hikûmetê ne. 
Karacabey, destnîşan kir ku ev biryara KHK’ê darbeya li dijî huner, zanîst û şano ye û got: “Ji ber ku hêjmara me ya îmze avêtin deklerasyonê zêde bû encamek wisa derket. “


SEDA TAŞKIN / DÎHABER / ENQERE