Konseya Rêveber a KNK´ê civîna xwe ya asayî 23ê Îlona 2018´an li Brûkselê pek anî. Di civînê de endamên Konseya Reveber a KNK´ê bi berfirehî li ser rewşa Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cihanê rawestîyan.
KNK´ê di encamnameya xwe ya civînê de got, “Di asta neteweyî de (dewleta Tirk) dixwaze Kurdan li dijî Kurdan bi kar bînê. Di vê yekê de jî Başûrê Kurdistanê kiriye parçeyê pîlot ji bo peşîgiritina li yekîtiya Kurd û Kurdistanê.”
KNK´ê wekî din got, Tirkiye dixwaze Îran û Iraqê li dijî gelê Kurd sor bike û ev dewlet jî wiha hişyar kirin: “Pewîst e êdî hemû dewlet Kurdan wek berê bê alterantîf nebînin. Di mînaka dewleta Tirk de pirr bi zelalî eşkere bû ku hemû hêzên dijberên Kurd mahkûmê hilweşandinê ne.”
KNK´ê ji bo Rojhilatê Kurdistanê îşaret bi girîngiya yekîtiya gel kir û got, “Bi yekîtîya neteweyî û di asta Îranê de li gel hemû pêkhateyan, Kurd dikarin bibin hêza yekem a demokratîkkirina Îranê.”
KNK´ê sedema êrişên hêzên dagirker jî weke lawaziya wan nîşan da û îşaret bi krîzên aborî, eskerî, siyasî û civakî yên Îran û Tirkiyeyê kir.
Heta şerxwaziyê betal bike
KNK´ê di vê çarçoveyê de ev bang li hêzên siyaset û dîplomasiya Kurdan kir: “Dewletan îqna bikin, da ku heya Tirkiye stratejiya xwe ya şerxwaz ranewestîne, alîkariyê nedinê û nebin şirîkê komkujîya li Kurdistanê.”
Sebaret bi Iraqê, KNK´ê îşaret bi tehlûkeya kêmbûna tesîra siyaseta Kurd kir ku di encama vê de li pan-arabîzmê pêşî vedibe. KNK wiha bang li hêzên Başûr kir: “bi zanebûna sîyaseta neteweyî û demokratîk li Iraqê bi hev re tev bigerin.”
Di dawiyê de KNK´ê got, tevî êrişan hemûyan jî êdî li Rojhilata Navîn peyvên Kurd û demokrasiyê bi hev ve kelijîne û li ser rewşa Rojava û Bakurê Sûriyê jî wiha dewam kir: “Îro Bakur-Rojhilatê Sûrîyê di bipêşxistina sîyaseta demokratîk û wekheviya gelan de bûye nimûneyeke cihanî.”
NAVENDA NÛÇEYAN