Dewleta Tirk a dagirker û qirker li herêma Şehbayê navçeya Til Rifetê bombebaran kir, di bombebaranê de 10 sivîl şehîd bûn û ji van 9 zarok in.
Li herêma Şehbayê doh Efrîniyan 5 şehîdên xwe bi merasîmeke mezin spartin axê. Ev şervanên HRE´yê bûn ku li Efrînê şehîd bûn.
Şehbayê doh 5 şehîdên xwe rakirin. Di heman rojê de artêşa Tirk a dagirker herêm da ber topan û 10 sivîl şehîd bûn û 9 ji wan jî zarok in.
Artêşa Tirk a qirker li Til Rifetê deverên sivîl kirin hedef û di topbaranê de 10 sivîlan can da û 10 sivîlên din jî birîndar bûn. Ev bû yek ji komkujiyên herî mezin ên li herêma Şehbayê û pê dewleta Tirk a dagirker rûyê xwe yê rastî yê dijminê Kurdan nîşan da. Hîna ev êriş nû bûbû, artêşa Tirk ji nû ve Til Rifet bombebaran kir û di encamê de hin sivîlên din birîndar bûn, lê hejmara wan saeta nûçeya me dihat amadekirin hîna zelal nebû. Îlham Ehmed li ser êrişê agahî da û gotm di êrişê de 9 jê zarok 10 sivîl şehîd bûnê.
Şehbayê 5 şehîd veşartin
Ev komkujiya beşek ji hewldana qirkirina Kurdan li Til Rifetê doh pêk hat, û heman rojê, li herêma Til Rifet lê yanî li Şehbayê xelkê deverê bi beşdariya bi hezaran kesî cenazeyên 5 şervanên di êrişên dewleta Tirk a dagirker a li Efrînê de şehîd bûbûn, bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin. Ev şervanên berxwedana li dijî dagirkeriya li Efrînê ne.
Cenaze ji Nexweşxaneya Evrîn a li Fafînê hatin wergirtin û ber bi navçeya Ehrezê ve birin û li wir veşartin. Li ser navê şervanan, bavê Şîlan Hesen û ji rêveberên Kantona Efrînê Newroz Ehmed axivîn û kesên di berxwedanê de şehîd bûne bi bîr anî û sersaxî ji malbatan û ji Kurdistaniyan re xwestin.
ANHA/ŞEHBA