
Îran û Tirkiye der barê referandûma Başûrê Kurdistanê diyar kirin ku ew parçebûna xaka Iraqê qebûl nakin û li ser yek parçebûna xaka Iraqê jî bi israr in.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan doh piştî nîvrojê gihişt paytexta Îranê Tehranê û li gel Serokkomarê Îranê, Hesen Rûhanî civiya. Piştî civînê herdû aliyan daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniya çapemeniyê de pêşî Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî axivî û got; “Peywendiyên me yên li gel Tirkiyeyê her roj berfirehtir dibin û li ser bûyerên li herêmê em ê peywendiyên xwe zêdetir bikin. Em li ser berfirehkirina peywendiyên aborî axivîn. Me çend lihevkirin îmze kirin. Ev peywendiyên me yên berfirehkirina bankeyan hefteya bê wê bikevin meriyetê.”
Gefan li Kurdan wiha dixwin: Hesabê me bikin!
Li ser referandûma Başûrê Kurdistanê jî Rûhanî got; “Ew kesên ku li herêmê referandûm kirin, divê hesabê hersê welatan ango Iraq, Îran û Tirkiyeyê bikin. Em li ser alîkariya Îran, Tirkiye û Iraqê ya li ser referandûma Herêma Kurdistanê axivîn. Em herdû alî parçekirina coxrafya Iraqê qebûl nakin û li ser yekparçebûna Iraqê bi israr in.”
Piştî Rûhanî, Serokkomarê Tirk Erdogan jî axivî û got; “Mijara sereke ya guftûgoya me li ser xaka Iraqê bû û em dibêjin ku Herêma Kurdistanê xwedî sînorê li gel Iraq, Tirkiye û Îranê ye û nizane bi xwe li benda çi ye?”
Erdogan wiha jî got; “Li gel Îranê me diyar kir ku em ê referandûma Herêma Kurdistanê nas nekin û ev referandûm bi alîkariya Mosada Îsraîlê hatiye kirin. Bi ti şêweyekî nikare were qebûlkirin. Ji derveyî Îsraîlê ti welatê din piştgiriya biryarên Herêma Kurdistanê nake. Em li Iraqê tenê dewleta Iraqê dinasin û li gel wê peywendiyê dikin. Biryarên me wê li dijî Herêma Kurdistanê tundtir bibin.”
Em ê betal nekin
Li Tehranê Îran û tirkiyeyê bi yek devî got, divê Başûrê Kurdistanê hesabê Iraq, Tirkiye û Îranê bike. Belê, Başûrê Kurdistanê bersiva pêşî da rêveberiya li bexdayê û nîşan da ka çi hesabê wê dike; Rêveberiya Başûrê Kurdistanê banga Iraqê red kir ku dixwest referandûm bê bêhikumkirin.
Rêveberiya Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşanî şertê Iraqê yê ji bo diyalogê da. Berdevkê hikumetê Sefîn Dîzeyî got, “Bêhikumkirina encamên referandûmê ne ewqasî hêsan e.” Dîzayî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Referandûm ne aîdî hikûmet yan jî partiyeke siyasî ye, ya gel e. Gel di çarçoveya vê referandûmê de biryara dahatûya xwe da.”
Dîzayî hebûna pêşmergeyan a li herêmên bi nîqaş jî parast û diyar kir ku ji ber DAIŞ’ê pêşmerge ketine wê derê û got, “Pêşmerge ne hêzeke derveyî Iraqê ye ku hatibe ev herêm dagir kiribe. Pêşmerge wekî ku di destûra bingehîn a Iraqê de hatiye diyarkirin, parçeyekî pergala parastina federal a Iraqê ye.” Rêveberiya Bexdayê ji bo ku diyalogê bi hikûmeta herêmê re deyne dixwaze encamên referandûmê werin betalkirin. Herî dawî Serokwezîrê Iraqê Ebadî doh gotibû, “Divê herêma Kurdistanê berê encamên vê referandûma li dijî destûra bingehîn betal bike û piştre jî ji bo hevgirtina xaka Iraqê xurt bike, divê dest bi diyalogên cîddî bike.”