Banga KNK´ê li YNK´ê: Wan kemasiyên xwe sererast bike û di mijara yekîtiya neteweyî de xwedî helwêst be. Siyaseta dewleta Tirk a parçekirina hêzên Kurd, ji ber lawaziya vê helwêstê pêk tê. Pêwîst nîne siyaseta Kurd temenê rejîma pûç dirêj bike.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) derbarê helwêst û nêzikatiya hêzên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya li herêmê de têk çûye, lewma berê êrişên xwe daye gelê Kurd û destketiyên wan.
KNK bi bîr dixe ku dewleta Tirk a nijadperest û dij-Kurd bi hemû hêza xwe dixwaze destketiyên gelê Kurd têk bibe û wiha dewam dike: “Di serî de li dijî Bakur û Rojavayê Kurdistanê, dewleta Tirk li dijî destketiyên Başûrê Kurdistanê jî di nav şerekî de ye. Li Başûrê Kurdistanê hewl dide ku bi rêya afirandina nakokiyan, siyaseta Kurd lawaz bike, da ku di navbera hêzên Kurdan de şer û nakokiyan derxe, zext û şantajan li ser siyaseta Kurd bike.”
Li dinyayê şikest zilmê li Kurdan dike
KNK´ê dibêje, siyaseta dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn û cihanê di qonaxa tekçûnê de ye û wiha dijminatiya wê ya li Kurdan rave dike: “Di siyaseta derve de jî hemû bazirganiya xwe li ser dijberiya Kurdan ava kiriye. Zext û zora li ser Kurdistanê zêdetir dike.”
KNK’ê di daxuyaniya xwe de balê dikişîne ser berxwedana gelê Kurd û wiha pêde diçe: “Berxwedana Kurdan a li Bakur û Rojavayê Kurdistanê krîz û aloziya dewletê kûrtir dike. Gelê me li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî bi ruhê niştîmanî û neteweyî piştgriyê dide vê berxwedanê. Dewlet dixwaze berxwedana Kurdan a serketî bi destê sîyaseta Kurd a li Başûrê Kurdistanê bişikîne. Yanî sîyaseta ´Parçe bike û bi rê ve bibe´ dimeşîne. Ew karekterê dewleta Tirk a dagirker, karekterekî nû nîne.”
Silêmanî qedexe dike Parîs li ba dike
KNK’ê di daxuyaniyê de helwêsta kêm hêzên Başûrê Kurdistanê, yan jî wê helwêsta wan a ku bi kêra dewleta Tirk a dagirker tên, rexne dike û dibêje, “Lê mixabin dewleta Tirk gav bi gav siyaseta xwe ya li dijî Kurdan, li Başûrê Kurdistanê bi pêş dixe. Piştî bêdengiya desthiladariya siyasî ya li deverên Behdînan, niha li deverên YNK´ê jî siyaseta ku zerarê dide berjewendîyên Kurdan, bi pêş dikeve.
Herî dawî 11ê Çile, qedexekirina bibîranîna şehîdên komkujiya Parîsê, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemezê ya li Silemaniyê vê rastiyê piştrast dike. Balkêş e ku li paytexta Fransa Parîsê, şaredarîya bajarê mezin dîmenên Sakîne Cansiz bilind dike, lê li Silemaniyê ev tê qedexekirin. Beriya demekê jî, nûnertîyên Tevgera Azadî hatibûn girtin.”
Dema têkbirina dewleta Tirk e
KNK dibêje, YNK di demên dawî de bi polîtîkayên xwe yên derbarê siyaseta yekîtiya neteweyî de, dikevê nava kemasiyên cidî û bang li YNK´ê dike: “Wan kemasiyên xwe sererast bike û di mijara yekîtiya neteweyî de xwedî helwêst be.
Siyaseta dewleta Tirk a parçekirina hêzên Kurd, ji ber lawaziya vê helwêstê pêk tê. Pêwîst nîne siyaseta Kurd temenê rejîma pûç dirêj bike.”
KNK daxuyaniya xwe wiha bi dawî dike: “Kurd îro dikarin bi siyaseteke yekrêzî pêşiyê li stratejiya Dewleta Tirk a li dij Kurdan bigire, ji ber ku dewleta Tirk îro di hemû aliyan de di nav qeyraneke kûr û dîrokî de ye. Dewleta Tirk ne tenê li serê Kurdan, lê belê li serê hemû Rojhilata Navîn û cîhanê bûye bela, xeter û tehdît. Dem ew dem e ku em Kurd bi hev re dewleta ku mafê hebûnê nade gelê me, têk bibin.”
HEWLÊR