Dewleta Tirk a dagirker bi qeyûman şaredariyên Êlih, Farqîn, Erxenî û Licê dagir kirin. Di dema dagirkeriyê de hevşaredar û endamên meclîsên şaredariyan kirin nezaretê. Li Êlihê bi giştî 28 kes kirin nezaretê.
Dewleta Tirk a dagirker, di rewşa krîzê ya vîrusa koronayê de jî dijminatiya xwe ya li dijî miletê Kurd sist nake. Wê 4 şaredariyên din ên Kurdistanê dagir kirin û hevşaredar jî kirin nezaretê. Dewleta Tirk şaredariyên Êlih, Farqîn, Licê û Erxeniyê bi qeyûman dagirkirin û hevşaredarên wan jî kirin nezaretê. Dewleta tirk Şaredara Yenişehir a Amedê jî kir nezaretê. Hêzên çekdar ên dagirkeriya dewleta Tirk wekî din êriş bire ser xwepêşandêrên li Batmanê û 16 kes li wir jî kirin nezaretê. Axir şaredariya Êlihê bi xebatên li dijî korona darîçav bûbû û bi betalkirina fatoreyên avê di dema krîza koronayê de jî bûbû mînakeke civakî ji şaredariyên din re. Diyar e, dewleta Tirk xwe li vê ranegirt û dagirkeriya bi qeyûman li Kurdistanê dewam kir.
Ji bo dewleta Tirk her tişt dibe lê sistbûna di dijminahiya Kurd û Kurdistanê de nabe. Di vê serdema krîza ji ber şewba vîrusa koronayê de jî ku welat hemû hewl didin leza belavbûna şewbê kêm bikin, dewleta Tirk di êrişên xwe yên li dijî miletê Kurd de rijd e. Dewleta Tirk 4 şaredariyên din ên Kurdistanê yên HDP’ê bi qeyûman dagir kirin. Ev jî yên Êlih, Farqîn, Licê û Erxeniyê ne. Hêzên dagirker hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya, hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr kirin nezaretê. Dewletê bi hêzên xwe yên çekdar dor li avahiyên şaredariyan girt.
Li Êlihê 28 kes kirin nezaretê
Lê belê dewleta Tirk nekarî pêşiyê li Kurdan bigire ku nîşan bidin ew xwedî li şaredariya xwe derkevin. Polîsên dewleta Tirk destê sibê bi dend û maşînên zirxî dor li Şaredariya Êlihê girt. Di serdegirtinên hemwext ên malan de, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, bi endamên meclîsa şaredariyê re hêzên çekdar ên dagirkeriyê 12 kirin nezaretê.
Polîsên dagirkeriyê, destûr nedan ku karmend bikevin avahiyê. Ligel dorpêça heyî jî, endamên meclîsê û Alîkarê Hevserokê Şaredariyê Nevzat Memcîk hatin ber şaredariyê û diyar kirin ku gelek xizmetên dezenfektekirinê ji holê hatine rakirin û xwestin bikevin avahiya şaredariyê. Wî got, “Di van rojên şewbê de, tenduristiya gel di tehlûkê de ye.”
Welatiyên li ber avahiya şaredariyê jî, got, “Ma ne şerm e, ev dargirkerî ye, li ber şaredariyan divê gel hebe ne polîs.”
Dijminatiya mirovan û Kurdan dike
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û endamên partiyê li ber avahiya şaredariyê nerazîbûn nîşan dan. Başaran got, “Em ji we zêdetir li tenduristiya gel difikirin. AKP gefan li tenduristiya gel dixwe. AKP êdî bûye pirsgirêka tenduristiya gel. AKP dijminê Kurdan e. Hemû kesên li vê derê, dibin amûrê vê yekê. AKP darbekar e. Yên ku îro dikenin, teqez wê rojekê li ber hiqûqê hesab bidin.”
Polîsên ku lepik xistibûn destên xwe û rûpoş li ber rûyên wan êrişî welatiyan kirin û li wan xistin. Di êrişê de polîsan Hevserokên HDP’ê yên Bajêr Omer Kûlplû û Fatma Ablay jî di navê de 16 kes kirin nezaretê
Hiqûqa dagirkeriyê jî nîne
Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr ên kirin nezaretê jî bi rêya twitterê peyamek şandin: “Ji bo me tenduristiya we ji her tiştî girîngtir e. Hevalên hêja, em bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin, şaredariya gel hat xespkirin û qeyûm hatin tayînkirin. Ji kerema xwe, ji bo tenduristiya xwe kom nebin.”
Şaredariya hîna nû ji ber krîza şewba koronayê gotibû ew ê fatoreyên ji bo avê rawestîne, bi vî awayî bû armanca erişên dewleta dagirker.
Yenîşehîr jî hat bîra wan
Wezîrê Karê Hûndir ê dewleta Tirk a dagirker, 13’ê Mijdara 2019’an şaredariya Yenîşehîr a Amedê bi qeyûm dagir kiribû. Piştî bi 4 mehan şaredar Gelgîn Dîken bi îdîaya “endamtiya rêxsitinê” bi serdegirtina malê de hat girtin. Ew jî kirin nezaretê.
ÊLIH/AMED
Dagirkeriya bi qeyûm vîrus e
HDP’ê desteserkirina şaredariyan şermezar kir û bang li gel kir ku li pace û şaneşînan her roj saet di 20:00’an de çalakiya protestoyî bike.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê têkildarî dagirkeriya bi qeyûman got, “Em vê hewldana namerdane şermezar dikin ku di demekê de ku dinya li dijî nexweşiyê têdikoşe, dijminatiyê li Kurdan dikin.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, diyar kir ku li gel ku rojeva cîhanê vîrusa koronayê ye jî rojeva desthilatê polîtîkayên qeyûman e: “Rojeva AKP’ê dijminahiya Kurdan e. Vîna Kurdan xesp kir û qeyûm tayîn kir.”
Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç jî xebatên Şaredariya Êlihê yên dezenfekteyê ku ji bo parastina ji vîrusê dikir parve kir û got, “Îro serê sibehê qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê kirin. Lewra şaredarî ji bo parastina ji vîrusê dixebitî. Ev desthilat dijminê Kurdan e.
Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, diyar kir ku AKP’ê vîrus wergerandiye firsendê: “Ji Xwedê bitirsin! Di vê pêvajoya de ku pêwîstiya me bi yekitî û xebatê heye we qeyûm tayînî Êlih, Erxenî û Farqînê kir. We dema vîrusa koronayê jî ji xwe re kir firsend .”