HALÎT ERMÎŞ / ANF / KERKÛK
Hiqûqnasê ji Başûrê Kurdistanê Abdurrahman Xelîfe diyar kir ku divê ti Kurd destekê nede hevalbendiya AKP-MHP’ê û got siyaseta berjewendiyê ya Mesûd Barzanî ya ku di ser Bakurê Kurdistanê re dike, nayê qebûlkirin.
Xelîfe derbarê Serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ya ji bo Tirkiyê û têkiliya wê ya bi referandûmê re ji ANF’ê re axivî û got, “Hevalbendiya AKP-MHP’ê dibêje, li Efrîkayê jî be çi tiştekî têkildarî Kurdan hebe ew ê tasfiye bikin. Naxwe bi ti rengî nayê qebûlkirin ku Kurdek destekê bide vê tifaqê.”
Dewleta Tirk li Efrîka be jî …
Abdurrahman Xelîfe dijminatiya AKP û MHP´ê li dijî her tiştê Kurd bi bîr xist û got, “Helbet a girîng ew ku li dijî vê em ê çi bikin. Niha Erdogan li Bakurê Kurdistanê dixwaze hin Kurdan bi aliyê xwe ve bikişîne. Lê tê fêhmkirin ku li Başûrê Kurdistanê hin alî dixwazin Kurd li Bakurê Kurdistanê di referandûmê de dengê erê bidin. Lê dîrokê nîşanî me daye ku ev dijmin xizmeta berjewendiya Kurdan nakin.
Tekana berjewendiya Kurdan ew e ku bi hev re tevbigerin. Ji bilî vê bi ti hêzê re divê nekevin heman eniyê. Niha ev ji bo her kesî wiha ye, ji bo Kurdan jî bêhtir ev wiha ye. Divê mirov bipirse; li gel ku Erdogan û MHP dibêjin, ‘Li Efrîkayê jî dewleteke Kurd hebe em ê biçin wê birûxînin’ çawa dibe ku hin Kurd di referandûmê de destekê bidine van. Çawa mirov dikare bixwaze ku Kurdê Bakur destekê bidine wan? Li şûna ku mirov bi wan re hevkariyê bike, divê Kurd yekîtiyê di navbera xwe de ava bikin.
Berjewendiyên Kurdan divê li pêş bên girtin
Ji bo têkiliyên bi dewlet û hêzên siyasî yên li derdpora Kurdistanê re Abdurrahman Xelîfe dibêje, “Mesûd Barzanî jî niha bi zora xwe serokê herêmê ye, yan jî serokê PDK’ê ye. Dikare biçe Îranê, Iraqê yan jî dewleteke din. Lê heger vê têkiliyê li ser dijberiya parçeyekî din ava dike, ev nayê qebûlkirin. Binihêrin niha AKP-MHP-Erdogan tifaqa xwe danîne. Ev tifaq di berjwendiya Kurdan de ye? Na. Naxwe têkiliyên ku bi van re werin danîn jî ne di berjwendiya Kurdan de ne.
Têkoşîna li dijî dagirkeran heq e
Hiqûqnas Abdurrahman Xelîfe yekbûna Kurdistanê bi bîr dixe, dibêje, heqê hemû Kurdan heye ku li dijî dagirkeran têbikoşin û wiha dewam dike: “Têkoşîna dijî dagirkeran heqê her kesî ye. Ev ji bo hemû parçeyan wiha ye.
Eger hûn li ser dijminatiya bi PKK’ê, bi Tirkiyê re têkiliyan datînin ev nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk ji roja ku hatiye damezirandin û hetanî niha tim dijminatiyê li Kurdan dike. Hûn nikarin bibêjin, ‘têkiliyên ekonomîk, ji bo berjewendiyan an jî nîqaşên serxwebûnê hene û ji bo vê jî ez têkiliyên xwe datînim.’ Dewleta Tirk li wê asê bûye ku her tiştê têkildarî Kurdan tasfîye bike. Başûr çima bêdeng e? Ji ber ku berjewendiya vê di vir de heye. Ji bo vê jî bêdeng e. Dîsa li dijî têkoşîna azadiya ya Bakur an jî devereke din bi kar tînin ji bo vê bêdeng in. Ev nayê qebûlkirin. Kurd li ku derê tiştekî bi dest dixin, dikûmişin ser wir.”
Kurdên Başûr wê li dijî operasyona li hemberî Qendîlê rawestin
Xelîfe tifaqa dij-Kurd a Tirkiyeyê bi bîr dixe û dibêje, “Erdogan bi Rûsan re, bi Îsraîlê re li ser dijminatiya Kurdan tifaqê dike. Bi Îranê re li gel ku serê eniyê sunî û şiî dikişînin jî li ser dijminatiya Kurdan tifaqê dike. Li gel van hemû tiştan mirov bibêje, Erdogan ne dijminê berjewendiyên Kurdan e, wê demê mirov xwe dixapîne. Ji bo vê jî heger sibe hewldaneke operasyonê ya bi ser Qendîlê de çêbe hemû Kurd çawa ku wê vê qebûl nekin, Kurdên Başûr jî wê li dijî vê rawestin.”
Barzanî gihişt Stenbolê
Serokê PDK´ê Mesûd Barzanî doh dema amadekirina vê nûçeya me gihişt Stenbolê. Barzanî li Stenbolê bi Erdogan re hevdîtinê dike.
Nûnerekî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Barzanî pêşwazîkir.
Di nav şanda bi Barzanî re, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên, Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dizeyî jî hene.
Barzanî wekî din wê li Enqerê jî bi serokwezîrê Tirk Binalî Yildirim re rûne. Nayê zanîn ka weke carên bihurî Barzanî wê bibin navenda Îstîxbarata Tirk MÎT´ê yan na.