TEV-DEM: Rê li pêşiya êrişên Tirkiye û dagirkeriya wê li herêmên Sûriyeyê bigirin. Li gorî wê rastiyê tevbigerin ku Tirkiye alîkariyê bi terorê re teqez dike û hewl dide aramiya li Sûriyeyê têk bibe.

TEV-DEM’ê êrişa pêr a artêşa Tirk a li dijî gundên Kobanê bi tundî şermezar kir û got, dewleta Tirk hewl dide pêşî li qedandina şerê li Sûriyeyê bigire û nehêle çareseriyeke demokratîk pêk were.

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê êrişa artêşa Tirk a dagirker a li dijî gundên Kobanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi qonaxa dawî ya pêngava tinekirina DAIŞ‘ê hat kirin û hat gotin, dewleta Tirk hewldanên ji bo qedandina şerê li Sûriyê û xebatên ji bo çareseriyê bi ti awayî qebûl nake.

Mafê me ye em xwe biparêzin

TEV-DEM’ê bi bîr xist ku êrişa artêşa Tirk a li dijî gundên Kobanê di sibeha civîna çaralî ya li Stenbolê de pêk hatiye, ku lîderên Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyeyê hingê civiyane.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Tirkiye hîn jî dixwaze şerê li Sûriyeyê bidome û hate gotin, “Erdogan bi rêya têkşikandina derfetên çareseriyê, hewl dide ji aliyê siyasî û eskerî ve Sûriyeyê bêhtir ber bi rewşeke hilweşandî ve bibe. Tirkiye her wiha hewl dide pêşî li afirandina projeyeke demokratîk a ji bo çareseriya niştimanî ya Sûriyeyê bigire.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî vê êrişa nerewa ya dewleta Tirk ku ti hincetên wê tine ne, rêveberiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî mafekî temam ê xweparastinê û parastina projeya xwe ya demokratîk e li Sûriyê û herêmê.

Êrişên Tirkiyeyê bisekinînin

Navenda Têkiliyên Dîplomasiyê ya TEV-DEM´ê êrişa artêşa Tirk a li dijî gund û deverên Kobanê bi tundî şermezar kir û ev bang jî li hêzên navneteweyî kir: “Em banga lezgîn li hemû hêzên xwedî bandor di rewşa Sûriyeyê de û di serî de Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê, Yekîtiya Ewrûpayê û Koalîsyona Hêzên Navneteweyî dikin; pêwîst e şer û serketinên li dijî DAIŞ‘ê û hewldanên me ber bi çareseriyeke demokratîk ve binirxînin û ev rewşa bipêşketin û serketina li dijî terorê li gorî tedbîrên taybet wernegirin. Nemaze jî hewldanên ku têkoşîn û şerê me li dijî terorê bixin qurbaniya berjewendiyên xwe. Her wiha ji erka van hêzan e ku çalakiya çareseriyê li Sûriyeyê bi xebat û kedeke cidî bi pêş ve bibin û çareseriyeke li gorî destûreke demokratîk ku daxwaza hemû welatiyên Sûriyeyê bi cih tîne, pêk bînin. Her wiha rê li pêşiya êrişên Tirkiye û dagirkeriya wê li herêmên Sûriyeyê bigirin. Di heman demê de em bang li raya giştî ya navneteweyî jî dikin ku li gorî wê rastiyê tevbigerin ku Tirkiye alîkariyê bi terorê re teqez dike û hewl dide aramiya li Sûriyeyê têk bibe.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû gel û pêkhateyan, partiyên siyasî û tevgerên civakî û sivîl hate kirin ku helwêsteke tund li dijî êrişên Tirkiyeyê nîşan bidin.

 

NAVENDANÛÇEYAN