Welatên Rojavayî heyfa xwe ya sedê salan ji kurdan dihilînin. Li gorî xwe heyfa binketina şerên Xaçperestan digirin ji kurdan. Bi navend Londra hezar û yek planên qirêj dariştin û dadirijînin ji hemû gelên Rojhilata Navîn û ji kurdan re. Di hemû bêbextiyên li dijî kurdan de destên wan ê qirêj heye. Hercure zemînên dewletperestî, netewperstî û olperestiyê bikar anîn û bi rêya gladyoyên taybet û veşartî nexşeyên walatan li ser masê xwe danîn. Kesên planên qirêj ji Rojhilata Navîn re kişandin û paşê bi rêka kurtêlxwerên xwe, ev ax ber bi şerê xwînî ve birin, sucdarên herî mezin ên dîroka mirovahiyê ne.
Mirov durûtiya wan di du rûyên bi nakok ê cihanê de dikare bibîne. Li cihekî qaşo aramî, dewlemendî û xweşî li aliyekî din qeyran, pevçûn, şer û hejarî heye. Êdî ji mêj ve ye ku li welatên wan jî maskeyên rûxweşiya wan ketiye û xelkên wan bixwe, bi rûyekî qirêj û xwînxwar re rû bi rû mane. Her ku Rojhilata Navîn li ber xwe dide, li hemberî wan serî radike û şerê azadiyê dike û behsa azadî û demokrasiyê dike, ew hîn bêhtir têk diçin û bêhna azadî û demokrasiya wan a bixwîn, genî dibe. Lewma jî mirov bi hêsanî dikare bibêje ku ev pergal bi rastî jî nefesa dawî dide. Ya herî girîng êdî nabe ku kes bi gotinên wan yên xemilî bixape.  Tişta girîng ew e ku çi dibe bila bibe, nabe ku gelên Rojhilata Navîn bi hêsanî celadên xwe ji bîr bikin.
Mijara herî balkêş ew e ku welatên Rojavayî û hemû hêzên modernîteya kapîtalîst, DAIŞ û bi sedan çeteyên weke wan di himbêza xwe de mezinkirin û paşê berdane dorhêla Rojhilata Navîn, niha jî dikin nakin efsarê vê Levîatanê nakeve destê wan. Rojekê yên ku dijminê kurdan bûn, îro behsa dostaniyê bi kurdan re dikin, baş e! Lê bi yên rojekê dostê wan re jî dijminatiyê dikin û gelo wê bibin dostên kurdan?
A niha dîsa Pentagon biryar girt ku hêzên xwe yên leşkerî bişîne Iraqê, qaşo ji bo tekoşîna li dijî terorê. Jixwe bi salan e van gotinan dibêjin, li behaneyan digerin ji bo ku dîsa werin vê axê talan bikin û li pişt xwe kambaxek wêranbûyî bihêlin û biçin. Ji berê ve wisa kirine û niha jî wê dikin. Mixabin hê jî serê hinekan li kevirê lehdê neketiye, weke ku di pêşwaziya pêşmergeyan de dirûşmeyên “bijî Obama” digotin. Şandina hêzên leşkerî ên Amerîka jî bi erênî tê pêşvazî kirin, xafil in ji wê yekê ku berê van leşkeran piştî paşkişandina ji İraqê, DAIŞ li şûn xwe hiştin ji bo ku nehêle welatên Rojhilata Navîn di nebûna wan de cesaret bikin serê xwe rakin. Ti kes li derveyî kurdan û xelkên qedîm ê vê axê, nikarin xelasiyê misoger bike. Nabe em vê gotina bi wate a pêşiyên xwe ji bîr bikin; “dijminê dijminê min, ti caran nabe dostê min!” û nebûye jî. Ger gotinek dostaniyê jî hebe, diyar e berjewendiyên wan vê yekê dixwazin. Derfet ji wê re nîne ku em dîsa şaşîtiyên xwe yên dîrokî dubare bikin û ya herî bi rûmet dîsa Xwebûn e!