Li Başûrê Kurdistanê heger piştî amadekirina nûçeya me tiştekî nû neqewimî be, îro ji bo referandûma serxwebûnê, dengdan bi rê ve diçe. Li hemberî vê referandûmê, helwêsta dewletên dagirkerên Kurdistanê, xwe weke tifaqeke şerî a ji Tirkiye, Îran û Iraqê pêk tê, da der. Tirkiyeyê beriya biryar iseh bibe, tank birin ser sînorê xwe yê bi Başûrê Kurdistanê re û bi bombebaran balefirên şer li Başûrê Kurdistanê sivîlên li nav erd û baxçeyên xwe li Şeladizê qetil kirin. Îranê jî doh dest bi bombkirina herêmên sînorê xwe bi Başûrê Kurdistanê re kir.
Tevî vê daxuyaniyên gefxwarinê ji her du dewletên Başûrê Kurdistanê bi wan re xwedî sînor e, dişibin hev: Em qebûl nakin; hûn ê berdêlê bidin. Li hemberî van PKK´ê daxuyaniyek da û got, her êrîşa li dijî Başûrê Kurdistanê, mîna ku li tevahiya Kurdistanê hatibe kirin, ew ê tevbigerin. Lê belê rêveberiya Başûrê Kurdistanê di asta partiyên desthilatdar û di asta hikûmetê de, nikarî peyameke berxwedanê bidin van her du dewletan.
Tetbîqatîn eskerî û gefxwarin
Rejîma Îranê devera Balakayetî topbaran dike û rêveberiya bajarokê Hacî Omran jî ragihand ku Îran li devera sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê tedbîqateke eskerî daye destpêkirin û bi çekên giran herêmê topbaran dike.
Topavêtinê doh berê sibehê dest pê kir. Hate diyarkirin ku çiyayê Helgurd û derdora wê bûne armanca vê êrîşê. Di encama topan de diyar bû ku ti kes nemiriye lê ziyan gihaye bax û baxçeyên gundiyan.
Dewleta Tirk jî beriya bi çend rojan tetbîqateke bi tankan da bû destpêkirin. Doh jî bi manevrayên tankan di tetbîqata xwe de nêzîkî sînorê bi Başûrê Kurdistanê, li navçeya Şirnexê Silopiyayê tankên xwe jî nîşan dan.
Doh careke din di asta serokwezîrtiyê de, delweta Tirk ji devê Binali Yildirim li Mamakê di kongreya navçeyê ya partiya xwe de gef li Başûrê Kurdistanê xwarin û îdîa kir ku ew ê berdêlê bi gelê Kurdistanê bidin dayîn.
NAVENDA NÛÇEYAN
Dewletan welatiyên xwe hişyar kirin
Piştî DYE’yê Ingilistanê jî têkildarî geşta li Başûrê Kurdistanê hemwelatiyên xwe hişyar kirin. Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Sefaretxaneya Ingilistanê ya Bexdayê ve hat kirin, welatî wiha hatin hişyarkirin: “Ji ber referandûmê dibe ku sibê li Kerkûk û herêmên minaqeşe li ser wan, tevlihevî derkeve.”
Sefaretxaneya DYE’yê ya li Bexdayê jî pêr danê sibê daxuyanîyek da û got; “Hemwelatiyên Emerîkayê bi taybet li herêmên ku di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de li ser wan lihevnehatiye kirin, ji bo geştiyariyê bila dûrî van deran bin.”