Çeteyên dewleta Tirk Eyn Dara ya 2 hezar û 300 salî weke ku henekên xwe pê bikin ji êrişên xwe re yên di dema tetbîqat û perwerdeya sîlehan de kirine armanc. Li ser gir avahî tên lêkirin, rêyek hatiye kişandin û hin qismên gir jî di bin axê de hatine hiştin.

Dewleta Tirk, ji wan dewletan e ku tinekirina mîrateya mirovahiyê ji xwe re kiriye siyaset. Hîna nû sûka dîrokî ya Heskîfê xira kir û alaya xwe weke ku ew der fetih kiribe daliqand li ser xirbeyan. Heman dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî û çeteyên wê bi heman rengî mîrateya mirovahiyê tine dikin. Perestgeha Eyn Dara ya li Efrînê jî yek ji van cihan e ku di dema êrişkariya dewleta Tirk a dagirker de Çileyê 2018´an ji hewayê ve hatibû bombekirin. Niha jî çeteyên wê li wir tetbîqat û perwerdeyên eskerî dikin. Dîmenên ku van koman bi xwe weşandine, xuya dike ew çawa teqemenî û guleyan li deverê bi kar tînin û tişta ji ber bombebaranê maye jî xira dikin.

Li ser Girê Eyn Darayê perestgehek ji serdema Hîtîtan mayî heye ku ji beriya mîladê sala 1300´î maye, yanî bêhtir ji 2300 salan kevin e. Nexasim şêrên ji kevirên reş verotî jî ji sembola vî girî bûn ku di bombebrandina dewleta Tirk de zirareke mezin li wan jî bûbû.

Weke ku henekên xwe pê bikin

Çapemeniya çeteyên dewleta Tirk ên li Efrînê di ser malpera xwe ya bi navê “Nedaa´ Syria” de 20´ê Îlona bihurî vîdeoyek parve kir. Li wir perwerdeyeke bi gule û bombeyên bi rastî dihat nîşandan. Ev jî qaşo perwerdeya hezeke taybet a çeteyan bû. Di vîdeoya 3 deqîdqeyî de mirov rehet dibîne endamên çeteyê tivingan bi kar tînin, roketên RPG û narincokan li deverê bi kar tînin. Mirov rehet dibîne ku gule li kevirên avahiya perestgehê dikevin û narincokan diavêjin nava bermahiyên perestgeha 2 hezar û 300 salî. Di wêneyên me ji ber vê vîdeoyê girtî de jî mirov dikare bi rehetî vê yekê bibîne.

Eyn Dara qederê 5 kîlometroyan dûrî navenda bajarê Efrînê ye û hema li rojhilatê çemê Efrînê ye. Di sedsala 20´an de ev der hat kolan û derkete holê. Li ser girê qederê 30 metroyan bilind perestgeha ji serdema hesin mayî heye.

Perestgeh bi gelek rolyef û peykerên ji kevirên reş ên bazalt hatiye xemilandin. Yê ji van herî baş parastî, mezin û tê nasîn jî fîgurê şêr e.

Di vîdeoyê de mirov dibîne ku perestgeh armanca çeteyan e û weke ku henekê xwe pê bikin wê dikin armanca êrişa xwe. Di saniyeya 37´an de mirov dibîne çawa çeteyên li nuqteyeke kontrolê çawa nîşanê ji serê gir digirin û guleyan lê direşînin.

Avahiyan li ser Eyn Dara lê dikin

Mirov wekî din di dîmenan de dibîne ku bi dozerê rêyek jî kişandine serê gir. Ji 2 deqîqeyan û 12 saniyeyan û pê ve çete xwe nêzî serê girî dikin, guleyan lê direşînin û bombeyan diavêjin nava perestgehê bi xwe.

Bi vî awayî piştî bombekirina ji hewayê ya dewleta çeteyan dewleta Tirk di Çileyê 2018´an de niha jî bi vî rengî gir tê xira kirin û mîrateya mirovahiyê tê tinekirin. Lêkolînên hingê yên bi destê Înîsiyatîfên Mîrateya Çandî (ASOR) de hingê derketibû holê teqînan bi giranî zirar dabû perestgehê li navend û aliyê wê yê başûr. Di encamê de gelek fîgurên wê yên navdar jî hatibûn xirakirin. Dewleta Tirk roketên bi GPS´ê diçin hedefê bi kar anîbûn, û ev jî nîşan dide ku wê yekser ev gir ji êrişa xwe re kiribû hedef.

Gelo dixwazin bi temamî tine bikin

Li aliyê din ji Kanûna 2018´an ve jî li ser gir û hawîrdora wê avahî tên lêkirin. Qismên li başûrê gir ên perestgehê jî li gorî wêneyên satelîtan ser wan bi axê hatiye girtin.

Xirakirina mîrateya mirovahiyê yên weke Eyn Darayê li gorî Dadgeha Ceza ya Navneteweyî sûcekî şer e. Konseya Ewlekariypê ya Neteweyên Yekbûyî jî bi devan jî be di 2017´an de êrişên bi vî rengî şermezar kiribûn. Lê Heman Konsey dengê xwe nake beramberê êrişên dewleta Tirk. Halê hazir nayê zanîn ka bi lêkirina avahiyan çi dixwaze bê çêkirin, lê bi her halî weke cihêperwerdeya sîlehan û tetbîqatan bikaranîna Eyn Darayê dike ku mirov fikaran bike ku çete dixwazin vê deverê bi temamî xira bikin û nehêlin jê tiştek î bimîne.

 

NAVENDA NÛÇEYAN