Çekdarên dewletê dişîne

Li navçeya Şirnexê Cizîrê piştî ku Walîtiya Şirnexê cara 5'emîn qedexeya derketina derve îlan kir, li dijî vê yekê gel rabû ser piyan, êrîş û qedexe şermezar kir. Li taxa Cûdiyê polîsan zarokê bi navê Ferhat Taniş ê 11 salî bi guleyê ji serê wî birîndar kir. Welatiyên taxê Taniş ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Taniş ê ku rewşa wî giran eû tehlûke heye jiyana xwe ji dest bide, hat veguheztinî Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.


Li ser giran tank hatin bicihkirn

Li navçeya Şirnexê Silopiyayê jî piştî ku pêr bi şev  qedexeya derketina derve hate îlankirin, sewqiyata polîs û leşkeran jî dewam dike. Hat zanîn ku cerdewan jî vê carê wê tevlî operasyonan bibin. Li navçeyê, li taxên Yenîşehîr, Başak û Yeşîltepeyê dengê çekan tê. Li taxa Cumhuriyetê, doh danê sibê, dema gel derket kolanan, wesayîtên zirîhpoş yên li ser riya hevrîşm hatine bicihkirin, gule li taxê reşandin. Di encama êrîşên polîsan de du trafoyên elektrîkê teqiyan û li taxê elektrîk qut bû.

Li aliyê din, li ser girên nêzî Çiyayê Cûdî û girên stratejîk ên derdora navçeyê tank hatin bicihkirin. Tankên ku li derdorê hatin bicihkirin car caran ber bi taxa Zapê ve gule reşandin. Riyên diçin Çiyayê Cûdî jî ji aliyê leşkeran ve hatin girtin. Her wiha hate zanîn ku li çoltera gundê Ferga jî leşker li eraziyê belav bûne.


Xweserî mertal e li dijî êrîşan 

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê jî piştî ku cara 6'emîn qedexeya derketina kolanê hat îlankirin, li taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr û Dîcleyê gel di nava berxwedanê de ye. Êrîşên ku bi qedexeyan re destpê kir jî heta derengî şevê dewam kir. Wesayîtên zirîhpoş yên li ser rêya Çagçagê, Meydana Newrozê, nexweşxaneya kevn û Riya Hevrîşmê hatin bicihkirin, taxan gulebaran kir. 

Doh li ser Riya Çagçag teqîneke pêk hat. Piştî teqînê polîsan tax dan ber guleyan. 


 ŞIRNEX/MÊRDÎN