Waliyê Wanê piştî ku demek dirêj welatî ji mafê wan ê konteyniran bê par hişt çend qampên konteyniran ava kir. Walîtiyê navê alim û zanyarên Kurd li qampên konteyniran kir û navê navdarên Kurd ji resentiya wan dûrxist. Walîtiyê navê Feqiyê Teyran kir Fekî Teyran û Ehmedê Xanî jî kir Ahmed-î Hanî.
Li Wanê piştî 2 erdhejên mezin pêk hatin, bi 10 hezaran welatî koçî bajarên derve bûn û bi 10 hezaran welatî jî di konan de dijîn. Her çend Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir soza konteyniran da welatiyan jî hêj bi 10 hezaran welatî di konan de li gel sir û sermaya zêde dijîn. Walîtiyê piştî demek dirêj konteynirên ku ji derve hatibûn kom kirin û qampên konteyniran ava kir. Walîtiya Wanê piştî kampên konteyniran ava kir jî navê balkêş û sosret ên wekî Selçuklu, Anadulu, Edremit li van kampan kir. Waliyê navê navdarên Kurd ji reseniya wan dûr xist û bêyî tîpên Q,W,X bikar bîne nav li qampan kir. Waliyê navê Feqiyê Teyran kir Fekî Teyran û Ehmedê Xanî jî kir Ahmed-î Hanî. Balkêş e çend roj berê Wahiyê Wanê Munîr Karaloglu bi minasebeta Mewlûda Qendîlê di malpera civakî Twitterê de peyam weşandibû û gotibû 'Qendila we ya mevludi piroz be'. Ji ber vê peyamê bû mijara nûçeyan. Waliyê ku di peyamê xwe de tîpa "Q" bikar anî, di navê fermî yên qampên konteyniran de navê resen ji cewherê wan dûr xist. Walî navê alimên Kurd Feqiyê Teyran kir Fekî Teyran û Ehmedê Xanî jî kir Ahmed-î Hanî.
Serokê BDP'ê ya Navçeya Navendî yê Wanê Rafet Taş, bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku her çend rayedarên dewletê bêjin Kurdî serbest de jî, pir zelal xuya dibe ku ziman, nav û warên Kurdî tên înkar kirin û ji naverok û cewherêw ê tê dûrxistin.
Taş, anî ziman ku hikûmeta AKP'ê bi polîtîkayên taybet û pispor Kurdî û nirxên Kurdan înkar dike û dixwaze vê yekê li gorî zagonan bi kiras bike û wiha got: "Navê alim û zaneyên Kurd ên resen Feqiyê Teyran wekî Fekî Teyran û Ehmedê Xanî jî wekî Ahmed-i Hani nivîsandine. Ev li dijî navê Kurdan bê hurmetî û neheqî ye. 


ARİF ASLAN - DÎHA /WAN