Di êşkenceya komî ya li gundê Şapatanê de hûrgiliyên bûyerên yek bi yek derdikevin meydanê. Necmettîn Korkmaz ê bi hevjîn û keça xwe ya 6 salî re rastî êşkenceyê hat, got: “Destên min bi panzêrê ve girêdan û heta mala muxtar ez li ser piştê kaşkirim.” Hevjîna wî Kudret Korkmaz jî got, di serdegirtinê de polîsan pere û zêrên wan dizîne. Cafer Atabak jî ku giliyê êşkencekaran kiriye, got, piştî ku ew birine midûriyeta polîsan a navçeyê ew li ser camên şikestî meşandine. Li gundê Şapatanê ê ser bi navçeya Colemêrgê Şemzînanê, dewleta Tirk a dagirker bi destê polîs û eskerên xwe êşkence li qederê 100 welatiyan kir. Niha hûrgiliyên meseleyê derdikevin meydanê. Necmettîn Korkmaz bi hevjîn û keça xwe ya 6 salî re rastî êşkenceyê hat û behsa wê rojê kir.
Li ser laşê Korkmaz şûna êşkenceyê hîna dimîne. Wî got, “Bi şev saet qederê 01.00’ê bû. Dengê piyên wan hat û pişt re camên me şikandin. Ez ber bi derî ve beziyam, negihîştimê. Derî jî şikandin. 4-5 kesan dor li min girt. Sîleh xistin serê min û bi qûndaxa çekan li min dan. Bi pihînan û kulman jî li pişt û serê min dan. Ji me re gotin ‘We kiriye dê xwîna şehidê me li erdê nemîne. Heta em li van deveran bin, em ê rehetiyê nedin we. Çawa me li vir can daye, em ê can bistînin.’ Pişt re ez derxistim derve û min dengê giriyê hevjîna xwe bihîst. Êzingên me li ber derî bûn hildan û bi êzindan li her derê min dan. Bi çekê gef li min xwarin, wan digot ‘em ê te bikujin.’ Li min, hejvîna min û keça min dan.”
‘Bi panzêrê ve girêdan û kaş kirin’ Korkmaz destnîşan kir ku êşkenceyê bi rê de jî dewam kiriye û wiha peyivî: “Destên min bi panzêrê ve girêdan û heta mala keya ez li ser piştê kaş kirim. Qederê 500 metroyî ez bi erdê re kaş kirim. Qedexe bû ku ez rabim ser piyan. Her cara ku ez radibûm piya bi pihînan li min didan.” Korkmaz got, hemû şêniyên gund wek wî rastî êşkenceyê hatin. Korkmaz da zanîn ku bi wesayîtek spî ew birine midûriyeta polîsan û bi rê de jî heqaret û êşkence dewam kiriye. Li ber midûriyetê jî polîsan ji wan re gotiye, ji vir xelasiya we tine ye û bi dorê li herkesî daye.
Doktor nîne, dêlegura har e
Korkmaz ji bo Dr. Elîf Ç. jî got, “Doktor dema ez dîtim ji polîsan re got, werin we hindikî li vî daye. Hinekî din jî lê bidin. Xwîna şehîdên me li erdê namîne. Em raporê nadin tu kesî.” Nijaperest, êşkencekar û diz Hevjîna Korkmaz, Kudren Korkmaz jî behsa hovîtiya li dijî xwe kir û got, destên wê hatine girêdan ew derb kirine û ew avêtine erdê û 3 kesan pêl wê kiriye. Korkmaz da zanîn ku mala wê serûbinîhev hatiye kirin û wiha behsa diziya hêzên dewletê dike: “Di dema serdegirtinê de pere û zêrên min hatin dizîn. Li ber çavên min pereyên min dizîn. Pere û zêrên min di hundirê sindoqê de bûn. Sindoq şikandin û hemû dizîn.” Korkmaz da zanîn ku wê ji ber diziya pere û zêran jî gilî kiriye. Bi ser dejî keça wê ya 6 salî jî esker û polîsên dagirker avêtine û li binguhê dîwêr xistine.
Ez di ser camên şikestî re meşandim
Ji gundiyên Şapatanê Cafer Atabak jî got, “Em di xew de bûn. Saet 1´ê şevê bû. Li derî xistin, hîna negihiştim devê derî, derî şikandin. Piştî ku ketin hundir ez li ser camên şikestî meşandim. Piyên min bûn birîn. Bi qûndaxê li min xistin min destê xwe da ber rûyê xwe. Bi pihînan binehan min. Hingê ez ji hiş çûme. Ez derxistim derve, piştre jî kurê min anîn û ew deverû avêtin erdê. Kurê min jî girtin. Gelekî xirab li 3-4 kesan dan.“
Ji gindiyan Erkan Bay jî da zanîn ku hem heqaret li wan kirine, hem li gund û hem jî li midûriyeta polîsan li wan xistine û wî giliyê êşkencekaran kiriye.
COLEMÊRG