Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr têkildarî gef û fortên Tirkiyeyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bang li PDK‘ê kir û got, “Dijminên bav û kalan nabin dostên lawan”.
Berdevkê HDP’ê Osman Baydemîr ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û bal kişand ser polîtîkayên Tehran, Bexda, Şam û Enqereyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û got, “Divê em vê polîtîkayê bibînin. Ev polîtîkaya Tehran, Bexda, Şam û Enqereyê ya 70 salan e. Wê demê yek rêya Kurdan dimîne. Ji bo wekhevî û azadiyê tifaq. Siyaset û partiyên wan çi dibin bila bibin. Ji bo azadiyê tifaqa neteweyî û kongre.”
Baydemîr anî ziman ew ji beriya 3 salan ve bang li PDK‘ê dikin da ku dev ji dijminên Kurdan berde û wiha pê de çû: “Dijminên bav û kalan nabin dostên lawan. Me ew îqna nekirin. Çi bû? Dîrokê careke din em heq nîşan dan. Maskeya AKP’ê ji ber rûyê wê ket. Ti ferqa AKP’ê ji MHP’ê nîne. Divê bi komî îstîfa çêbin.”
NAVENDA NÛÇEYAN