Endamê Konseya Rêveber ê KODAR’ê Ehwend Çiyako anî ziman ku serdana Serfermandarê Îranê Muhammed Bakirî ya Tirkiyeyê nîşaneya êrîşeke bi giştî ya li dijî Kurdan e. Çiyako bal kişand ser rewşa Kurdan a niha û got: “Serdaneke di pileya serfermandariyê de ya di navbera Tirkiye û Îranê de girîng e û cihê lê fikirînê ye. Serdana Bakirî ku wê ne tenê li gel serfemandarê Tirk lê belê heta li gel serokkomarê Tirk Erdogan jî pêk were, nîşaneya hevkariya herdu dewletan e ku wê li dijî Kurdan hewl bidin konsepteke êrîşê ya berfireh plan bikin. Desketiyên Kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê dagirkeran ditirsînîn, di heman demê de jî wan tînin gel hev jî. Lewma ev serdan girêdayî rewşa herêmê ye.”

Çiyako anî ziman ku plan û projeyên Îran û Tirkiyeyê ên li dijî Rojhilata Navîn li hember destketiyên Kurdan têk diçin, îşaret pê kir ku ew herdu dewlet, Kurdan ji xwe re weke metirsiyê dibînin. Çiyako got: “Herdu dewlet jî li ser wê yekê hemfikr in ku piştî Rojavayê Kurdistanê, Kurd wê li parçeyên din ên Kurdistanê bibin xwedî desketî. Siyaseta Tirkiyeyê li hemberî ya KUrdan her roj bêtesîrtir dibe. Tirkiye û Îran hevpeymana DYE´yê di ser Suûdî Erebistanê bi bloka Sunî re weke gaveke li dijî xwe dinirxînin. Rojava, Bakurê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dikin ku siyaseta dewletên Îran û Tirkiyeyê nêzî hev bibe."

Çiyako îşaret pê kir ku nexasim jî destketiyên Kurdan li Rojava û Bakurê Sûriyê, Tirkiyeyê gelekî ditirsînin û di serdana li Enqerê de wê serfermandarên herdu welatan hewl bidin nakokiyên xwe li aliyekî deynin û xwe nêzî hev bikin.

Elaqeya bi referandûmê re

Çiyako li aliyê din got, referandûma serxwebûnê ya 25´ê Îlonê  ya li Başûrê Kurdistanê bêyî zanîn û destûra AKP´ê nîne, û Tirkiye vê biryarê li dijî Îranê weke kozekî bi kar tîne: "bi awayekî besît ez îfade bikim, Tirkiye ji Îranê re dibêje, heger tu ji referandûma serxwebûnê ya Kurdan li Iraqê aciz î, ez jî ji destketiyên wan ên li Sûriyê aciz im. Tu di biwara vê mijarê de bê deng î. Hingê, ji bo em herdu jî aciz nebin, em li Başûrê Kurdistanê û Rojava bi hev re bixebitin û pêşiyê li Kurdan bigirin."