Li hemû dunyayê faşîzm yek çîn e. Lê li Tirkiyê hemû çîn di bin siya faşîzmekî de ne. 

“Vîktor Jara, bi dengê stranên xwe ve çû li ser dilovaniya xwe. Di destê wî de gîtara wî, ew û rêhevalên wî bi hev re anîn, ku ew du rêheval,heta mirinê ji hev veneqetiyan. Dest bi strandina stranên berxwedaniyê kirin. Girtiyên din, di bin tehdîdên mirinê de bin jî, dengên xwe tevî dengê wan kirin, hemû stadyûm dengveda û bi hev re strandin. Piştre efserek ferman da û leşker destên wî şikandin. Êdî newêriya ku gîtarê xwe lêde, lê dîsa bi dengeke nizm ve be jî deng veda, şêweyê xwe domand. Dûv re bi qundaxa çekê ve sere wî belav belavî kirin; wî kuştin, destên wî jêkirin; bi sosretî jî laşê wî ya perçebûyî li ber dêriya stadyûmê daliqandin ku girtiyên din sûdên diltirsiyê jê bigirin.” 

Nûçevanê Pravya Vîladîmîr Çernîşev, li ser rojnameya xwe mirina Vîktor Jara bi vî hawî neqişand. Ew qetlîam, li himberî zordestiyê bû hêzeke berxwedaniyê ji bo berxwedêran. Piştî van yekan hemû dunya hê ji nêz ve Jara’yê nas kir, stranên wî jiber kirin, li gelek deverên cihanê ew stranên wî di devên sed hezaran kesî de deng veda... Piştî salan desthilatdariya Augusto Pînochet hate hilweşandin; Pînochet bixwe tevî  efserên xwe yê bê wijdan hatin darizandin, milet wan ji mêjiyên xwe paqij kir, ji bîr kir, heta wenda bûn, lê stranên Vîktor Jara hê jî li ser lêvan, di nav dilan de ye, dê bi salan, bi dehan sal jî neyê jibîrkirin. 

Çavên hemû desthilatdariyê kor e. Ji berê xwe wêdetir tu merhaleyek nanêre û jixwe nikarê bibîne jî, xêynî xwe însan, xêynî berjewendiyên xwe nirx li ser mêjiyê wî nîn e. Heta ku pare neke, heta ku desthilatdariya wî biquwet neke çi hêst, çi huner, çi wêje û çi edebiyat ji bo wî nayê tu wateyek. Heta ku hêzê wî pîçekî bilind neke, li ser pêmayiya dunyayê pêmayiyek lêzêdekirin jî temamî karekî beredayî ye. Çiku desthilatdarî, ne di destê kesekî de û ne li ser kesekî ye; desthilatdarî bi xwezahiya xwe xulamî bixwe ye. Gava li noqteyeke qasî serê derziyek jî be, li cihkî desthilatdarî hate damezrandin, her kes û her nirx di bin bandora ew desthilatdariyê de xulam e. Azadî jî her wisa. Azadî ne tenê azadiya hin kesan e. Azadî wek mefhûmek gava cilê xwe li ser cihkî raxist û bayê xwe sirand, êdî ew ba ruyê her kesî miz dide. Wekî stranên Jara ku ji bo her kesî ye…

Hefteya çûyî, çend nivîskar, wekî Hürrem Sönmez, wekî Yıldırım Türker, li ser zilmên artêş û polêsên desthilatdariya Tirkan ya li ser gelê Kurd nivîsîn, çendîn mînakên kuştin, tecawiz û îşkenceyê wan li pey hev rêz kirin û hijmartin. Efserên ku di sala 1973’ê de Viktor Jara kuştin, di sala 2004’an de, ango 30-31 yek sal şunde hatin darizandin, dadmendiya Şilî ji wan hêsap pirsî, ketin girtîgehê. Lê ew çendîn efser û leşkerên ku tecawîzî jinên Kurd kirin, hinê wan kuştin û hin jî ji destê wan filitî, es efser di roja îro de mezin bûn, wek general rutbe girtin û hatin li ser serê artêşa desthilatdariya Tirkiyê. 

Ji ber vê yekê însan dikare bêje zilmê ku li ser Kurdan tê meşandin, bi temamî dîrokê xwe ve  zilmeke din e. Hew zilmkarên Kurdan bi xelatên desthilatdariyê ve mezin dibin, di zilmên xwe ve xwe digihînin astên hê jor. Çi ku misogeriya cezanedîtina wan, pergala desthilatdarî ya Tirk bixwe ye. Ji dijwariyên şoreşa Kurdistan yek dijwarî jî ev e. Belê Faşîzm tenê yek çînek e, li hemû dunyayê ev yek wisa ye, lêbelê bi merceke piçûk ve be jî cûdahiyeke pergala Tirkiyê heye, li Tirkiyê hemû çîn yek faşîzmek e. Bi tevahî taybetî û dijwarî ya şoreşa Kurdistan jî ji vir tê…