Di civîna ku gelek alimên olî beşdarbûn de rêveberê DÎK’ê Dr. Fadil Bedîrhanoglû axivî. Bedîrhanoglû diyar kir ku ew wek Kongreya Îslamî ya Demokratîk û hevgirên wê, ji pîrozbûyîna jiyîna mirovan bawer dikin û ji rewşa hundirê Sûrê ya pevçûniyî bi şik û guman in û wiha got, “Domandina ev bûyerên ku bi kuştina mirovan re bi her awayî dibe sedema binpêkirina mafan, ne ji aliyî olî ve û ne jî ji aliyî mirovî ve tu mebesteke wan î mafdariyî tune ye. Em bi vê bawer in ku divê welatê me û mirovahî careke din bi wehşeteke wek a Cizîrê re rû bi rû nemîne.” ‘
Divê tu kes li hemberî vî şerî bêdeng nemîne’
Bedîrhanoglû diyar kir ku ji ber van hemû sedeman divê bo jiyîna mirov zemîn bê amadekirin û divê pevçûna li Sûrê demildest bê rawestandin. Her wiha Bedîrhanoglû da zanîn ku ji rêbazên demokratîk ên ku tên wateya jiyîna mirov tu xisar nagihê tu kesî û ev daxwaza aştiyê ji aliyê kê bê bila bê, dê ew piştevaniya wê bikin. Derbarê vê de Bedîrhanoglû ji Qur’anê mînak dan û wiha got, “Pêxemberê me ‘Kî/kê ji we munkerek dît, divê bi destê xwe wê biguherînî; heke hêza wî/ê têra vê neke divê bi zimanê xwe, heke hêza wê têra vê jî neke divê bi dilê xwe buxz bike. Ev jî merheleya îmanê ya herî qels e’ dibêje. Wek divêtiya vê hedîsê, bawerî, meşreb, nêrîna siyasiyî û fikra mirov çi dibe bila bibe, divê tu kes li hemberî vî şerî yê wek munkerên herî giran e, bêdeng nemîne.”
AMED