Welatiyekî bajarê Kerkûkê dikana xwe veguherandiye mûzexaneyê û zêdetirî 400 hezar parçe, kel û pelên dîrokî tê de hene. Welatiyê bi navê Husên Gogcey hêvî dike hikûmeteke baş li Kerkûkê çêbe ku hemû parçeyên dîrokî radestî wan bike û li ser kelha Kerkûkê ew bên nîşandan.
Husên Gogcey li bajarê Kerkûkê kel û pelên kevin yên kurdewarî difiroşe û dixwaze bi rêya vî karî, şewazê jiyana kurdewariyê bide nîşan.
Gogcey derbarê karê xwe de got; “Min ji zarokatiya xwe ve tiştekî welê dixwest. Sala 1991’ê, min dest bi komkirina kel û pelên Kurdî kir. Min ev tiştên dîrokî ji cihên cuda yên Kurdistanê anîn û divê dikanê de kom kirin. Hinek ji wan ji ber ku di bazarê de hene, ez difiroşim û debara xwe pê dikim.”
Ez vî karî baş dikim
Dikana Gogcey 6 metreyan fireh e û qedeerê 50 metreyan jî dirêj e. Gogcey diyar dike ku di dikana wî de 400 hezar parçeyên kel û pelên kevin hene.
Ji bilî kel û pelên dîrokî yên Kurdan, kel û pelên kevin ên Ereb û Tirkmenan jî di dikana wî de hene. Li gorî Gogcey li Iraqê ti dikaneke weke ya wî nîne.
Di dawiyê de Husên Gogcey got; “Ez vî karî gelek baş dikim û berheman bi ehemniyet diparêzim. Ez hêvî dikim ku hikûmeteke baş çêbe ku ez van kel û pelan radestî wan bikim û ew jî li ser kelha Kerkûkê bidin nîşan.”
ROJNEWS/KERKÛK