Nivîsên der barê rojeva siyasî de pirî caran xwe dubare dikin, lewre rojeva siyasî bi xwe bi gelemperî dubare dibe.  Heçî doza Kurdan e, ji mêj ve de di rojevê de ye û bi gelemperî jî  mijara sereke ye.  Der barê mijarê de  nîqaş, gotûbêj û galegal pir in, lê çareserî nîn e. Pirî caran ev nîqaş jî ji hêla kesên ku dewletê destnîşan kirine ve tê kirin. Di nav van nîqaş û gotûbêjan de Kurd nîn in. Kurdên heyî jî bi piranî Kurdên kedîkirî ne, tiştekî ku li hesabê rayedarên neyê, nabêjin. Kesên ku nîqaşan dikin,  ji bo ku rastiyekê bibêjin deh derewan dikin.
Bala xwe bidinê, van demên dawîn gelek saziyên “think-tank (beroşa ramanan)”ê li ser navê “pisporiya terorê” vebûne. Pisporên van saziyan kanal bi kanal digerin û agahîfiroşiyê dikin. Lê belê ev agahî bi tu awayî bi kêrî çareseriyê nayên. Lewre armanca van saziyan ne çareserî ye, heke kêşe çareser bibin, pêdivî bi mêjiyên di teyfik û beroşan de namîne. Ev sazî û dezgeh ji bo ku dewletê bişêlinîn û mirovan bixapînin hatine avakirin. Hemû şîrove û nirxandinên van “pisporan” ji bo  tengavkirina têkoşîna gelê Kurd û taloqkirina çareseriyê ne.
Rayedarên Tirk bi salan e, di ser re, di ber re diçin û tên, li dorê digerin, lê newêrin ji bo çareseriyê gavekê bavêjin. Ji ber vê yekê jî mesele her ku diçe girantir dibe, pê re jî çareserî dijwartir dibe.  Lewre jî helwesta wan her tim gotina “Dikana Beko û du qalib sabûn” tîne bîra mirov. Hinek diçin, hinekên din tên, yên nûhatî yên nebixêr çûyî tawanbar dikin, kirinên wan rexne dikin, lê piştî heyamekê ew jî heman tiştî dikin.
Piştî ku hevdîtinên li Osloyê xitimîn, AKP’ê giranî da polîtîkayên kufikî yên berê, lez da girtin û kuştinan lê di Newrozê de bi raperîna gelê Kurd diyar bû ku ev polîtîka êdî bi kêrî tiştekî nayên. Berê hinekî bandora zilm û zorê hebû, mirov çavtirsî dibûn, bi şûn de vedikişîn, lê êdî bandora zilm û zorê jî nemaye, Kurd digel van kirinan jî serê xwe natewînin û li ber xwe didin.
Her tişt diyar û aşkera ye. Çareserî êdî xwe li ser her kesî ferz dike. Her roja ku bi avê de diçe, kêşeyê girantir û çareseriyê dijwartir dike. Xweşbextane êdî gelek rewşenbîrên Tirk jî ji vê rewşê zivêr bûne û çareseriyê dixwazin. Lê dîsa jî rayedarên dewletê xwe bi hinek bernameyên vitûvala egle dikin û dixwazin civakê bi van tiştên bi dehan caran hatine ceribandin bixapînin.
Belkî  rayedarên AKP’ê bibêjin, “Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e” lê êdî dewê wan tirş bûye, dilê mirov pê dixele. Li şûna ku vegerin polîtîkayên kufikî divê li muzakereyê vegirin. Tiştê ku xuya dibe ev e; hevdîtinên Osloyê ji ber ku AKP’ê xwe neda ber çareseriyê xitimîn. AKP ne amade ye ku ji bilî mafên takekesî tu mafan bide Kurdan, lê êdî Kurd naxwazin ku bêyî statû bijîn. Anketên ku tên kirin jî vê yekê bi awayekî zelal nîşan didin.  Dibe ku di warê nav û teşeya statûyê de tiştên ji hev cuda derkevin, lê di encamê de Kurd bi gelemperî naxwazin bêyî statû bijîn.
Heke rayedarên Tirk îcar jî çareseriyê taloq bikin, dê piştî heyamekê bi daxwazên girantir re rû bi rû bimînin. Ji ber ku kirinên dewletê Kurdan ji pêkvejiyanê dûr dikin. Hê ku derfetên pêkvejiyanê hene, divê rayedarên dewletê xwe bidin ber mercên çareseriyê.