
RÊDÛR DÎJLE/DÎCLE MUFTUOGLÛ / MA / AMED
Hecî Omer Ekîn, li Taxa Ziya Gokalp a navçeya Sûrê ya Amedê dikandarê taxê ye. Ev dikandarê ku der û cîran mifteyên xwe teslîmî wî dikin û carinan bi deyn tiştan jê dikirin, hema bibêje wek pireke di navbera duh û îro de ye. Hecî Omer Ekîn ji berê ve wêne, pereyên berê, kupurên rojnameyan, bandên teyban û gelek tiştên din kom kirine û niha vê ked û danberheviya xwe ya bi salan li dikana xwe ya ku bêhna berê jê tê, teşhîr dike.
Ekînê ku ev dildariya danhevî û tomarkirina wî xwe dispêre salên zarokatiyê, sala 1950’yî, li gundê Kerxa Kîka yê ser bi navçeya Amedê Bismilê, tê dinê. Piştî dibistana destpêkê li medreseyan dixwîne û paşê ji bo debara xwe bike li nav erdan dixebite.
Ji gund ber bi Sûrê ve
Piştî ku dizewice, nikare debara xwe bike û sala 1973’yan koçî Amedê dike. Pêşî tevî malbata xwe li mala dişa xwe ku li taxeke li derdora Sûrê bû, bi cih dibe û li înşaetan dest bi kar dike. Di dawiya salên 1970’yî de Ekîn li navçeya Sûrê bi cih dibe û paşê li Saziya Goşt û Masî dest bi kar dike. Wê demê, da tamîrkeriya radyoyan bike li Sûrê ji bo kurê xwe kargehekê dikire. Lê belê piştî Ekîn teqawîd dibe, vê kargehê vediguherîne dikanekê û ew dikan niha aramgeha wî ye.
Ekîn ê ku di demên şevbiwêrkan de ye û mezin dibe, hîn di temenekî biçûk de ev adet, dengbêj, dîwanên dengbêjan, çîrokên tên gotin bala wî dikşînin.

Ji bo li dengbêjan guhdarî bike…
Hîna 12 salî, ev meraq û serpêhatiya dengbêj û kilaman li Hecî Omer Ekîn peyda dibe û ji bo vê li wan rêyan digere ka dê çawa têkeve odeyên dengbêjan û li şevbiwêrkan digere. Ekîn wiha çêla wan rojan dike: “Dema ez zarok bûm, li gundan ode hebûn. Odeyên gêncan cihê bûn û ên zilamên mezin cihê bûn. Ji ber ku biçûk bûm, min nikaribû biçim cem wan. Lê ji bo têkevim odeyê min serî li hin fihêlan da. Dema zilamên mezin tî dibûn gazî ciwanan dikirin. Gava diçûm cem wan rûdiniştim û zilaman av bixwestana min av dida gişan û li ba wan rûdiniştim û min li wan guhdarî dikir. Tenê ji bo li wan guhdarî bikim min ew karê avê dikir. Li wê odeyê ez hînî pirr tiştan bûm. Çi çîrok bihatanan gotin min guhdarî dikir û wan dinivîsand. Hîna jî li cem min in.”
Kilaman tomar dike
Hecî Omer Ekîn ê ku ji hêlekê ve guhdarî li wan çîrokan dikir, not digirtin, ji hêlekê ve jî bi teybên ku distîne, dengên dengbêjan tomar dike. Niha bandên ku wî dagirtine, gelek kes wan wek çavkanî bi kar tînin. Ekînê ku ji bo teybên wî dûr û dirêj dengan tomar bike û wê demê bi pûlan bataryayan çê dike, ji bo xebatê berê xwe dide Bêyrûdê û 6 mehan li wir dimîne. Di vegerê de, teybeke baş û têkûz jî bi xwe re tîne.
Meriv digot qey bilbil di hundurê wê de dixwîne
Ekîn dibêje, ku wê demê ew bi qaçaxî diçe Bêyrûdê û wiha çêla wê rêwîtiya xwe dike: “Li van doran teyb tune bûn. Min teyb ji Bêyrûdê, ji Lubnanê anî. Sala 1973’an 6 mehan ez li Bêyrûdê li Lubnanê mam û xebitîm. Li Bêyrûdê teybên li cem me tune bûn, hebûn. Çûyîna me ya Bêyrûdê tam rezalet bû. Ji vir çûm Hatayê, paşê Sûrî û ji wir jî çûm Bêyrûdê. Li wir li nav erdan xebitîm. Dema em ji Sûrî derbas bûn û hatin, barê me hebû. Dolmîşên Hatayê hebûn. Me eşyayên xwe xistinê em hatin. Dema em hatin teyba min nexuya bû. Min pirsî ‘law ka teyba min, teyb çima tune?’ Dixwazim bêm kuştin, lê bila teyb neçe. Çimkî wê çaxê teyb tune ne li van deran. Paşê min lawik jidand. Gotin ‘mala şofêr li filan derê ye.’ Dema çûm, min dît wa teyb danîne û bandan lê dixin. Ez pê re xeyîdîm. Heke ez ne zarok bûma wê gedeyên wî li min bixistana. Îcar dema hatim gund, gundî lê ecêb mabûn. Dema te band dixistê, pêşî digot çîk çîk çî… Meriv digot qey bilbil di hundurê wê de dixwîne.”
Bajar bi bajar digere
Ekîn, diyar dike ku ew li gelek bajaran geriyaye û dengên dengbêjan tomar kiriye. Her wiha Ekîn dibêje ku wî ji dengbêj Hesenê Gozê (Hesenê Pîrê), Keremê Batmanî, Mehmet Selimê Recebî, Selimê Batmanî, Huseyînê Ordînos û gelekên din bixwe dengên wan tomar kiriye. Ekîn ji bo wan rojan wiha dipeyive: “Diçûm Mûş, Sêrt, Êlih û gelek deverên din. Ka wê demê wesayîtê wer tune bûn ku meriv bigere. Çûnhatina cihekî pir zehmet bû. Wê çaxê em 3-4 meriv bi hev re diçûn. Îjar ku em diçûn, ew hevalên digotin em jî tên, niha hema bêje giş rehmet kirine lê dengê wan jî di wan bandan de heye. Dibêjin ‘hela hela hela…”

Ji devê bavê xwe guhdar kiriye
Ekîn diyar dike ku bavê wî baş bi çîroka “Siyamend û Xecê” zanibû û wî ev kilam di sala 1969’an de ji devê bavê xwe guhdar kiriye û hem di bandê de hem jî li deftera xwe tomar kiriye. Her ku dem diherike êdî Ekîn jî bi CD û telefonên bêrîkan deng û dîmenan tomar dike û dibêje ku hîn jî dengbêjên niha tên cem wî û jê dixwazin ku dengên wan tomar bike.
Her kesî ji hev hez dikir
Ekîn dibêje ku dîwanên berê cihê civakîbûyînê bûn û bi van gotinan teswîra wan dîwanan dike: “Li cihê ku dengbêjan kilam lê digotin, samîmiyet, merhebatî çê dibû. Mirovan ji hev hez dikir, jihevhezkirin çê dibû. Her kesî ji hev hez dikir, tiştên xwe bi hev re parve dikirin. Dema wisa dibû bêtir hezkirin çê dibû. Yên ku xeydan bûnan li hev dihatin. Bi rastî jî buxt, kîn tune bû.”
Ekîn diyar dike ku dengbêj temsîliyeta gel û welatekî bûn û dibêje: “Wê demê qiymetê denbêjan hebû. Niha tune ye. Ew bi xwe jî qîmetê nadin xwe.”
Sebra min pê tê
Niha Ekîn wê hisret û bêrîkirina ji bo rojên berê li dikana xwe, bi bandên ku dixe teyba xwe ya ji bo tozê negire bi naylonan pêçaye, guhdarî dike. Ekîn bi van gotinan wê aramiya ku dikana wî lê peyda dike, tîne ziman: “Ev qaset li cem kasetvanan jî nemane. Dema ez bi tenê dimînim û guhdarî dikim, wek ku 50 heb mirov li civata min bin sebra min pê tê û ji xwe re guhdarî dikim. Carinan ez ji xwe re dibêjim, heger ne wiha bûna, ez ê di warê derûnî de biketama. Yanî yên wek me, heke kêfa wan ne li cih be, em ê zû bikevin. 7 caran narqoz li min ketiye. Îcar 7 caran narqoz li merivan keve ne tiştekî rihet e, lê dema ez van qasetan guhdar dikim wek 50 kes li civata min bin xwe rihet hîs dikim.”
Êdî Sûr ne Sûra berê ye

Hecî Omer Ekîn ê ku pirraniya jiyana wî li Sûrê derbas bûye û apartmanan jî wek “hepsên sosyetîk” pênase dike, wiha dibêje: “Lê Sûr wê çaxê bi rastî jî Sûr bû. Mesela em bibêjin, îro şîva te goşt û birinc e û ya cîranê te şorbe ye. Te digot gedeno hela têfikek goşt û birinc bibin mala cîranê me. Bêyî hevdu nedixwarin, gişa hevdu nas dikir, li hevdu miqate bûn. Lê êdî ew cîrantiya berê jî nemaye.”