
Mirov hene bi hesret û meraq in. Sebra wan li gelek tiştan tê. Kesên wisa di nava civakê de kêm in, ne zêde ne. Li derveyî karê xwe yê rojan e, karekî din dikin. Belkî mirov nebêje karekî din dikin baştir e. Ew ne karker in, xwedî huner in. Bi giştî kesên bi vî rengî ji jiyanê pir hez dikin. Di xet û xalên rûçikên wan de ev xislet û taybetmendiyên wan xuya dikin.
Ez ê ji we re qala dikandarekî Qibrisî bikim. Navê wî Kyriacos Talîotîs e. 25´ê Adara 1933’an li Paphosê ji dayik bûye. Li derveyî bajarê Paphosê dikanekî wî heye. Mala wî û dikana wî li kêleka hev in. Li dikana xwe bi pirranî tiştên xwemalî difiroşe, nexasim jî hungivê xwecihî yê navê wî li ser. Lê ya kir ku bala min biçe ser vî dikandarî nivîskakariya wî ye. Heşt pirtûk nivîsandine û li ser pirtûkan jî weke nivîskar û helbestvan navê wî hatiye danîn. Zanîngeha Qibrisê ji ber van xebatên wî ew xelat kiriye.
Xwe dide nasîn
Kyriacos pirtûkên xwe bi zimanê dayikê Grêkî nivîsîne û di heman demê de bi Ingilîziyeke sivik jî tercume kirine. Di pirtûkeke xwe de qala nivîskariya xwe û xwe kiriye. Ka em binêrin çi gotiye:
“Navê min Kyriacos e. Navê hevjîna min Elenî ye. Sê zarokên me hene. Navê wan jî Marîa, Thalîa û Yîannîs e. Zarokên me tev zewicî ne. Bavê hevjîna min Loannîs bû û diya wê jî Thalîa (Nathalîa) Stavrou bû. Bavê min li herêma Pîscopî ya Moro Neroyê ji dayik bû û diya min jî li herêma Tala ya Paphosê hatiye dinê. Diya min Sêşema 25.03.2003 wefat kir. Dema diya min çavên xwe li jiyanê girtin 95 salî bû. Bavê min jî 26.07.2002’an wefat kir û ew jî 90 salî bû.”
Kula gihandina nifşên nû ya rêûresmê
Kyriacos bi vî awayî dest bi nasandina dê û bav, dapîr û bavpîrên xwe dike û paşê jî qala kok û rîşên wan dike. Ne tenê ev, qala serhatiyên wan jî dike. Di dawiyê de jî dibêje, “Dema ez 12 salî bûm, min gelek çîrok û helbestên gelêrî ji wan guhdarî kirin... Min ev çîrok û helbestên gelêrî çawa bihîstibûn bi devoka Qibrisê nivîsîn. Bi vî awayî, min jî xwest ez wan ji nifşên siberojê re bihêlim.”
Temen û dewlemendî
Ez li dikana wî pê re axivîm. Pirtûkên xwe nîşan dan û bi taybetî jî kaxizên bi diyariyê re zanîngeha Qibrisê dabûnê bi heyecan nîşan dan. Hevalekî bi min re hatibû li emrê wî pirsî û wî fêhm kir ku dewlemend an na jê dipirse û got, ez ne dewlemend im. Belkî ev gotin encama şaşfêhmkirinê bû, lê ya rastî ev gotina dawî ya herî manedar bû. Erê, li vê dinyayê ji bo zeman û temen, em zêde ne dewlemend in.
Erê, hûn ê bipirsin, ka min çima ev nûçe-nivîs amade kiriye. Hemin armancek min jê heye. Lê dilekî min dibêje, bihêle, bila her kes ji xwe re tiştekî jê fêhm bike.
RÊŞAD SORGUL / ANF / PAPHOS