
Koma Zîlan a girêdayî TEV-ÇAND′ê ya bajarê Dirbêsiyê albumekî stranên zarokan bi navê; “Dîkê Min Sor e“ derxist.
Albuma ji stranên zarokan ji 7 stranan pêk tê. Di stranan de xweşiya jiyana gundewarî tê vegotin. Strana “Bêrî“ behsa xwedîkirina sewalan û dotina wan dike. Strana ″Meşk″ jî behsa bikaranîna meşkê ji bo çêkirina berhemên şîr dike.
Di hin stranan de jî, zarok alîkariya malbata xwe dikin û pezên xwe diçêrînin. Her wiha bal tê kişandin ser girîngiya parastina çandê û fêrbûna zimanê dayîkê.
Jiyana xwezayî didin nasîn
Helbestên albumê ji aliyê Hevserokê TEV-ÇAND′ê ya Rojava Selman Îbrahîm ve hatin nivîsandin. Awazên stranan jî ji aliyê Endamê koma Zîlan Nûrî Elî ve hatin vehunandin.
Zarokan ji meha adarê dest bi perwerdeyên xwe kirine û dê stran di demeke nêz de, bêne tomarkirin.
Hevserokê TEV-ÇAND′ê Selman Îbrahîm anî ziman ku ew bi helbestên stranan, jiyana xwezayî didin nasîn û çawaniya peydakirina pêdiviyên jiyanî vedibêjin.
Her wiha Endama Rêveberiya TEV-ÇAND′ê Nûra Elî jî diyar kir ku ew zarokan li ser stranan perwerde dikin û dê di demeke nêz de dest bi xebatên tomarkirinê bikin.
AGIRÎ IBRAHÎM / ANHA/DIRBÊSIYE