Yeko ARDIL
Li rewşa dawî ya dîktator û derdora wî binêrin ji çend pêşketinên dawî jî bi zelalî diyar dibe ku dê dîktator û heramxurên li dora wî kombûyîn zêde dewam nekin. Wek her dîktatorî û wek hemû pergalên zordest ew jî gihaştine pêpelûka dawiyê ya zulm û zordariyê. Vê gavê rewşa pereyê Tirk ketiye asteke xeteriyê, niha dewleta Tirk a dagirker û rêveberên wê yên faşîst amade ne wek parsekan destê xwe li ber hêzên serdest yên cîhanî vekin. Li aliyê din xwe avêtina ser dest û lingên endamên mafyayê yên di zindanan de jî tengasiya wan a êdî nayê veşartin dide nîşan. Li axaftinên dawiyê yên dîktator jî binêrin hûn ê bibînin ku ji hêz û baweriyê tiştek lê nemaye. Eger bi rastî jî bi xwe, bi hêza xwe û bi desthilatiya xwe bawer bûna, niha ji mêj ve birêz Selahattîn Demîrtaş ji zindanê berdabûn û wê bigotina, mêze; em hinde demokrat in, me ew berda, bila xebatên xwe yên hilbijartinê bike. Lê cesaret nakin, baş dizanin ku dê Demîrtaş û hevalên wî wê qadê vegerînin cihê ceng û pevçûna gladyatoran û di encamê de jî serê tîranan bête jêkirin.
Niha li pêş çavên tevahiya welêt û cîhanê hevkarê dîktator diçe li zindanê serdana pêşengên mafyayê dike. Ew kes ji aliyê raya giştî ve baş dihê nasîn. Di dosya wî de çiqas sûceke mirovahiyê heye, tev mewcûd in, heta bi kuştina jinan jî baş dihê zanîn.
Mafya wek têgîneke Îtalyanî ji mêj ve di lîteratûra dinê de cih girtiye. Wateya wê ya esasî; karên dere yasayî, bi darê zorê bidestxistina berjewendiyên ne rewa, kesên bi karên veşartî û rêxistinî ve têkildar in. Ji karê xumarê bigir, heta bi laşfiroşiyê, ji qaçaxçîtiyê bigir heta bi kuştina mirovan her cûre kiryarên deremirovî kirine û dikin. Di zimanê Fransî de jî wek rêxistina veşarî ya ne yasayî dihête pênasekirin.
Li gelek deverên dinê ev cûre kes û rêxistin dem bi dem peyda bûyîne, hind caran bi demdirêjî bandora xwe li ser welat û herêman kirine, lê di encamê de bi abadînî nekarîne xwe bigirin û têk çûne. Lewre karê wan ne ji bo sazkirina pergaleke dadî an jî li dijî neheqiyê ye, nexasim ew ji bo bidestxistina berjewendiyên zêdetir li ser gel jî bûyîne alavên zordestiyê. Mirov dikare eşqiyayên dem û zemanan yên li herêmê jî wek nimûne bide. Çawa di destê axayan de dibûn pêlîstik û li ser gel vedigerîne hêzên zordestiyê.
Bi demê re welatên wek Îtalya û yên din ew hêz bê bandor kirin, her çiqas bi tevahî nebe jî ji desthilatê xistin. Li deverên ku hene jî dîsa bi desthilatê re di nav têkiliyê de, lewra dîrokê baş daye xuyakirin ku li cihekî eger mafya an jî hêzeyeke dereyasayî hebe, li wir pêwendiyek di navbera desthilata qaşo yasayî de jî heye. Nexwe hêza ku wek dewlet dihête binavkirin, eger bixwaze dikare rê nede wan kiryaran.
Ji hevdîtina hevkar û hevparê dîktator a bi pêşengê mafyaya Tirk wek encam mirov dikare çi bixwîne û bibîne? Di vê tafetaf û tofanê de, di vê dema serûbinbûyînê de ev têkiliya ne rewa ji ku derket? Çima bang li ser bangê dikin û dibêjin, wan qaşo qehremanan berdin? Li welatekî din bûya niha erd hejiyabû, li welatekî din ba niha desthilat dev ji kar berdabû, lê ew der dewleta Tirk e. Diz û derewker serok û reîs in, mafya û qaçax û her cûre kujer jî wek qehreman hatîn qebûlkirin.
Di demên kevin de jî serok wezîrê wê demê Silêman Demirel car bi car bi endamên mafyayê re jî hevdîtinan dikir. Hevedîtina wî ya Încî Baba wê demê di rojevê de cih girtibû. Ji xwe hêzên wek kontrgerîla her dem hevparên desthilatê bûyîne û heta ev pergal bi vî rengî dewam bike jî kes nema dikare wan ji nav derxîne.
Wek encam, gava mirov van parçeyan dide ber hev wêne an jî tabloya jê derdikeve ev e; rewşa dîktator û êla wî ne baş e, ev ji rewşa diravê Tirk jî diyar e. Tişt an jî hêza heta niha ew li ser desthilatê girtî jî rewşa aboriyê ye. Bi awayekî karîbû xwe li ser lingan bigire. Her çiqas çavkaniya wê ya ne rewa ya aboriyê jî dihête zanîn, lê mixabin cîhan li çavkanî û serpêhatiyan nanêre, li encamê dinêre.
Herî dawî dîktator bi awayekî vekirî gefê li civakê dixwe. Binêr, ezê hêzên xwe yên heramî û kujer berdim derve, ew dê bi ser serê we bikevin. Mane berê jî gotibûn, eger em têk biçin, wê torosên spî li van deran bigerin û kar bikin. Lê civaka îro dayî pey pergala HDP ê û pêşengê wê Demîrtaş nema ji wan gefan ditirse. Ev car dawiya dîktatoriyê hatiye. Em hindek jî zor bidinê, wê heramxur, xwînmij û hemû dijminên mirovahiyê tev de têk biçin.