Başûrê Kurdistanê di rêvebertiya 24 salê xwe de bi qasî niha nava kirîz û niqaşê de nebûye. Gotineke dapîr û bapîran heye dibêjin "Aş li xeyal û aşvan li xeyalekî din." Bi qasî erd û ezman daxwaziyên gel û bazarên partiyên siyasî ji hev dûr in. Lê disa jî ji bo ku mirov bi çavêkî erênî li mesele mêze bike kêşmekêşiya siyasî bi hindikayî jî be tê guhertin.
Li ser şêwaza sistema bi rêvebirinê hin nêrînên cuda hene lê balkêş e ku mîna van niqaş û kêşêyan tenê girêdayî 5 partiyên nava hikûmetê de bin timî qala wan tê kirin lê ji gel, partiyên din, rêxistinên civaka sivîl û hin derdorên cuda tên sansûrkirin. Ji xwe medyayeke ku bi pereyên navendên Bazirganî û Petrolê tê gerandin hin ji wan girêdayî van partîyên siyasî PDK,YNK, Goran, Yekgirtû û Komel, hin sazîyên qaşo "serbixwe" û "bê alî" hene ku ew jî bûne navendên propagendeya van tiştên kilîşeyî û dûbare.
Niha jî her tişt li ser kursîya serokê herêma Kurdistan M.Barzanî xetemîye mesele çî ye?
Pişt 2 caran 4 sal û 2 salî dirêjkirin ku hemû jî bi erêkirina YNK'ê bû. di 19 meha Tebaxê de dema wê diqedê û divê dest ji vê kursîyê berde, li gorê qanûnê divê serokêkî/e din werê destnişan kirin. Îca wê çawa be. Li gorê qanûna ku bi desteka YNK, PDK li 30 Hezîrana 2013 dema Barzanî ji bo 2 salan dirêj kir û di metinê qanûnê de jî dibêjê " ne mûmkin e werê dirêjkirin" ev qanûn PDK jî erê kirîye û Barzanî bi xwe jî îmza kiriye, îca niha PDK bi xwe li dijî vê qanûnê derdikeve mîna Erdoganê bibêje " Îla divê ez serok bim û divê sistemê serokayetî be. Nexwe wê kirîz kûrtir bibe, an wê sistema 2 rêvebirîya Silêmanî û Hewlêrê bikeve mêrîyetê, an mîna ku endamê Parlemanê Arî Hersîn dibêjê 'wê şerê hûndûrîn' derkeve."
Divîyabû van 5 partîyên ku her tişt ji xwe re rewa dibînin bêyî tevger û partîyên din yên siyasî bibînin dirêj dirêj niqaş bikin, bicivin û peyaman bidin tevdigerin ji ber vê yekê ti tiştek jî naguhere..
Parlemanê Herêma Kurdistan di 23 Hezîran 2015'an de biryar da ku pêşnûmaya qanûn a Serokayetiya herêmê û desthilatên wî nû bike lê PDK rûniştinê baykot kir û ev civîn ji mîna derbe bi nav kir û ne tenê PDK, serokê herêma Kurdistanê M.Barzanî ku hîn jî Serokê giştî ya PDK ye bi heman rengê peyvî û ji her 5 alîyên hûkûmeta fireh xwest ku lihev bikin an jî wê hilbijartina pêşwext çê bibe. Mîna ku navikê PDK-AKP bi hev girêdayî be û her du jî bi yek daxwazî û bi yek zimanê diaxifin. Niha hin partîyên derveyî parleman û hukimetê, civak bi giştî di pozisyona mûxalefetê de ne lê ne bi rêxstinî ne û ji xwe pirsgirêka mezin jî vir de ye. Eger bi rastî mûxalefeteke xurt heba wê partîyên nava Hûkûmet û Parlimanê yên nêrînên wan ji PDK cuda ne wê van narazîbûnan esas bigirta û bixwestana ji mîna hêzeke ji xwe re bibînin dikarîbûn di vê dema dîrokî de.
Niha aliyan qala pêdiviya konsensûs dikin,lê konsensûs li gorî wan çi ne ? Hîn ne zelal e tekane tişta zelal ew e ku YNK, Goran, beşek ji Yekgirtû û Komelê Islamî dixwazin ev pirsgirêka bi rêya qanûnê çareser bikin û lê PDK hin partîyên girêdayî wan dixwazin bi "konsensûs" çareser bike ew jî ji bo PDK tê wataye îsrara li ser dubare bûna M.Barzanî li ser kûrsîya desthilatdarî.
Li gorî qanûna ku komisiyona taybet a zagonsaziya Parlemanê amadekiriye wê heya 19 Tebaxê eger alîyên siyasî negihêjin lihevkirinê wê Serokê Parlemanê Dr.Yusif Muhemed dikare bi rengêkî demî erka Serokê herêmê birêve bibe.
Balkêş e ku van rojên dawî hejmarek fermandarên pêşmerge bangewazî li partîyên siyasî kirin ku li dorê masayê kom bibin û bi lihevkirinê pirsgirêkê çareser bikin. Yekser M.Barzanî piştevaniya xwe nîşan da. Ev pirsa "gelo bêhna darbeyeke serbazî tê" tîne hişê mirovan lê wê kîjan hêzên pêşmerge ? Bi we hêza pêşmerge ne yekgirtî ne û beşêkî jî aktîv li bereya şerê DAIŞ'ê de, wer xuya ye yên li bereyên şerên DAIŞ'ê baz dane ji bo van nakokiyên hundirîn werin bikaranîn. Dema hêzên siyasî li iflasê bidin di bin de an bi hezaran îmzeyan bi fen û derewa ji bo dirêjkirina dema M.Barzanî kom bikin an di bin de hest û nêrîna fermandarên pêşmerge tevlî bikin.
Herî dawî Berhem Salih alîkarê sekretêrî YNK dibêjê; "Kurdistan wisa naye birêve birin û bi kirîza siyasî gefa şerê hundirîn û parçekirina Kurdistanê heye." Têra xwe tê fam kirin diktatorîyek heye bi tama Erdogan, bi vê daxuyanîya Berhem Salih jî wer xuya dike ku wê kêşmekêş li ser vê meseleyê kûrtir bibe.