HAMZA GUNDUZ / MA / COLEMÊRG
Colemêrgî ji ber qedexeyên dewleta Tirk bi salan e nikarin herin zozanan.
Besê Kûtlûk dibêje ev bû 26 sal in nikarin biçin zozanan û wiha dipeyive:”Ji ber mirina hevjînê min û qedexekirina zizanan êdî em nikarin biçin zozanan. Min bi salan bêrîvantiya 400 pezî kir. hevjînê min şivan bû. Lê mixabin niha em li bajêr nikarin tu tiştî jî bikin.”
Li bajêr muhtacî têfikek mast in
Esmer Karagoz jî dibêje ku hevjînê wê bi salan şivantî kiriye, lê niha li bajêr muhtacî têfikek mast in. Rojbîn Karagoz jî, diyar dike dê û bavên wê bi salan bi sewalvaniyê ew mezin kiriye, lê belê niha hepsî malê bûne û wiha dipeyive:”Jiyana li navenda bajêr ne tu jiyan e, lê belê berê pezên wan hebû û dema li zozanan bûn wan xwe azad hîs dikin.”