Deyimler Sozlugu- Ferhenga Biwêjan, ji bo Kurdên ku zimanê xwe ji bîr kirine û dixwazin zimanê xwe yî dayikê rast û baş hîn bibin û ji bo tirkên ku dixwazin hînî Kurdî bibin hatiye amadekirin. Di ferhengê de, nêzikî 13 hezar biwêjên tirkî digel berginda wan a Kurdî hatiye nivîsîn û ravekirin.

Ferhenga Biwêjan-Deyimler Sozlugu, ji bo kesên ku bi Kurdî û tirkî dizanin û di warê werger û axaftin û lêkolînên folkorîk û akademîk de dixwazin Kurdî û tirkî bidin ber hev û ji bo kesên ku dixwazin bi awayekî beranberî her du zimanan hîn bibin wekî ferhengeke çavkaniyê hatiye amadekirin. Di ferhengê de, 18 hezar biwêjên Kurdî hene û berginda wan a bi tirkî hatiye nivîsîn an jî hatiye ravekirin.

Ferhenga Biwêja a Mezin, ji bo Kurdên ku dixwazin di her warî de bi awayekî durist biaxivin, binivîsin û hay ji mantiqa Kurdî hebin, hatiye amadekirin. Di ferhengê de 18 hezar biwêjên Kurdî hene. Biwêjên Kurdî ên di ferhengê de cî dane xwe, wekî Biwêjên Resen, Diayên Biwêjî, Nifirên Biwêjî, Lêkerên Hevdanî ên Biwêjî û Rengdêrên Biwêjî li hev hatine dabeşkirin. Her wiha, biwêjên tê de bi xalbendan hatine ravekirin û ji bo awayê bikaranîna biwêjan, herî kêm di xalbendekê de hevoka mînakî hatiye nivîsîn. 


 AMED