DÎREN DÎCLE ERDEN / LONDON
Ji ber krîza şewba vîrusa koronayê bû sedem, li gelek welatan xelk di malan de ye. Ji bo vê li Londonê mamosteyê Kurdî, nivîskar û nûçegihanê me Aladdîn Sînayîç dest bi dana dersên online kir. Dersa wî ya online ya pêşî doh êvarê çêbû û ji Elmanya, Emerîka, Ingilîstan, Japonya û heta bi Çînê, sed kes beşdarî dersê bûn. Ji ber ku platforma online kapasîteya wê sed kes bû, gelek kesên din li derve man. Li ser elaqeya zêde, Aladdîn Sînayîç got, ew ê bi dersdarên din re ji bo ku bi bêhtir sinifan û li gorî astên cihê dersa Kurdî bidin, gelekî bixebitin.
Kursa li Londonê dest pê kir jî bû kursa Kurdî ya herî xilbe. Ji bo ku êrişên trolên faşîst bên pûçkirin jî komeke ji sê kesan a teknîkê xebitî.
Peyam ji dersdar û saziyan re
Di destpêka dersê de Dr. Midhad Çewlîk jî gotareke kurt li ser ziman û şêwezarên Kurdî dan nasîn. Ji xwendekarên berê yên Aladdîn Sînayîç, Iskandar Ding jî li ser tecrûbeya xwe ya hînbûna Kurmanciyê gotareke kurt pêşkêş kir. Piştî dersa saetek û nîvê, ders dîsa bi stranên akademîsyen û mûzîsyen Iskandar Ding bi dawî bû.
Piştî dersê Sînayîç ji rojnameya me re got, “ev ders peyameke girîng e ji bo dersdar û perwerdekarên Kurdî, û ev peyam jî ‘zend û bendan badin’ e.”
“Gelek sazî û kesên kedkarê Kurdî yan jî bi Kurdî mijûl hene. Divê em ji derfetên teknolojî dide me sûdê wergirin û biçin malên xelkê. Min hewl da bi vê projeyê vê îsbat bikim; êdî em Kurdî bibin malên xelkê.”
Axir ew her wiha dibêje, elaqeya zêde kiriye ku ew hestyar jî bibe.
Dersan wê bi pêş bixin
Beriya rojên karantînayê Aladdîn Sînayîç li sê sinifan dersên Kurdî didan. Ev çar hefte ne ew van dersên xwe online jî dide. Ji ber ku di dema korona de elaqe zêde bû, xwestiye vê berfirehtir bike. Ji ber ku vê hefteya pêşî sinifeke gelekî xilbe çêbûye, niha ew li berfirehkirina dersên online difikire: “Hefteyên li pêşiya me tevî hevalên min ên dersdarên Kurdî em ê hejmara sinifan zêde bikin. Ez bi rêya rojnameya me dixwazim bang bikim li dersdarên Kurdî û hunermendê ku dildarên Kurdî ne. Em van rojên zahmet bi xebatên wisa bi qîmet bibihurînin.”
Aladdîn Sînayîç herî dawî bang li elaqedarên Kurdî, kesên dixwazin bibin parçeyekî projeyê û kesên dixwazin hînî Kurdî bibin kir; “bi e-maila
kurdimamoste@gmail.com peywendiyê daynin.”