ROJDA AYDIN

JINNEWS/AMED

Ciwanên bi navê Eda Nur Duruş (15) û Mehmet Duruş(17) ku elaqeya wan bi muzîkê heye, ji bo ku fêr bibin, êvaran li kolana ber deriyê mala xwe, dixebitin. Eda Nur Duruş stranan dibêje û Mehmet Duruş jî li tembûrê dide. Herdu jî dildariya xwe ya ji bo muzîkê eşkere nîşan didin.

Êvar e, û em di kolanên Baxlera Amedê re dimeşin. Li kolana ku em tê de dimeşin em rastî du ciwanan hatin ku yek ji wa stranan dibêje, û yê din jî li tembûrê dide. Me xwe nêzî wan kir û me li navê wan pirsî yek jê Eda Nur Duru (15 salî) stranan dibêje û  Mehmet Duruş (17 salî) jî li Tembûrê dide. Di nava axaftinê de em hîn dibin ku dotmam û pismamên hev in. Dema ku mirov li hêza van ciwanan dinihêre, mirov dibîne ku ji bo bibin hunermendên serketî, bi xurtî hewl didin.

Gotina stranan bi Kurdî

Eda Nur Duruş ji ber zehmetiyên jiyanê dev ji xwendinê berdaye. Eda ji zaroktiya xwe ve elaqeya wê bi muzîk û staranan hebûye û xwestiye ew jî rojekê bibe hunermend. Eda ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne bi kurapê xwe re zend û bendên xwe vemaliştine. Li ser mijarê wê ji me re got, “Elaqeya min a ji bo muzîkê ji 11 saliya min ve dest pê kiriye. Ev elaqe jî dema min li televîzyonê temaşe dikir, derket holê. Ji ber ku hunermendên stran digotin, gelekî bala min dikişandin û kêfa min ji wan re dihat. Ez niha jî ji bo pêkanîna xeyalên xwe, dest bi rêwîtiyekê dikim. Ji ber ku min ji xwe re got, dema ez jî mezin bûm ez ê jî bibim hunermend û stranan bibêjim. Ez niha hewl didim ku fêr bibim û bi taybetî jî dixwazim bi Kurdî stranan bibêjim.”

‘Em ê bibin muzîsyenên siberojê’

Eda ya ku xeyala wê ye ku bibe hunermendeke Kurd, ti perwerdeyeke li ser muzîkê nedîtiye û li ser înternetê notayên muzîkê fêr dibe û li muzîkê dikole. Ew bi vî awayî hînî stranbêjiyê û muzîkê dibe. Eda wiha behsa xwe dike: “Dengê min xweş e, lewra jî ez dixwazim her cure stranan bibêjim. Ez dixwazim di konservatuarekê de bixwînim û dixwazim di demên pêş de bibim hunermendeke baş. Lewra jî ez niha bi tenê bi muzîkê re elaqeder dibim. Ez niha bi tenê stranan dibêjim, kurapê min jî li tembûrê dide. Ez dixwazim ku em bi hev re bibin komeke muzîkê ya herî baş û em xizmeta çanda xwe bikin.”