Têkildarî tabloya ku bandor lê kiriye, Zafî got, “Tabloya Gilgameş ku ew li hespê siwar bûbû, dema hildikişî asîmanan û ji xwe dipirsî, çima Enkîdo kuştiye, gelekî bandor li min kir.” DILSOZ DILDAR / HOGIR NECAR ANHA/HESEKÊ Hunermendê şêwekariyê Ekrem Zafî di hunergeha xwe de rûdine û tabloyan xêz dike. Pirraniya berhemên wî li gelek bajaran hatine pêşandan. Lê ji ber kêmasiya piştgiriya aliyên têkildar û çapemeniyê li bajarê xwe, da ku berhemên wî werin naskirin, bi gazinc e. Hunermend Ekrem Zafî li taxa El-Salihiyê ya bajarê Hesekê ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê bi cih bûye. Ew sala 1974`an li bajarê Amûdê ji dayik bûye. Ji vî bajarî gelek wêjevan, helbestvan û hunermend derketine. Di nav gelê Kurd de li ser asta Kurdistanê navdar in û bi reseniya hunerê xwe ku ji dê û bavên xwe girtine û parastina çanda xwe tên naskirin. Li vê meydanê ku bi kesayetên hunermend têr û tijî ye, Zafî texmîn dike ku ev meydan bi awayekî ne yekser bandorê li avabûna kesayeta wî ya hunerî kiriye. Hunerê nîgariyê ji hunerên ku fikrên xwe ji rewşa xwezayî digire û bi rêyên taybet li gorî nihêrîna hunermendan tên dariştin. Çêkirina peykeran Ekrem Zafî wiha dibêje: “Di zarokatiya xwe de min peykerên axî çêdikirin. Ew peyker peykerên ajal û mirovan bûn. Lê her çend peyker min çêdikir nêzî 20 heta 100 peyker min di bin erdê de vedişartin bêyî ku ez bizanibim ez çêdikim.” Ji bo naskirina hunerê şêwekariyê Zafî got, “Tu agahiyên min ji vê hunerê tine bû. Teknolojî û rojname dereng digihiştin me. Ev karînên min encama xwe bipêşxistina min in.” Li gorî gotinên Zafî, wî tenê heta refa 3’yan xwendiye, lê dîsa jî xwendin û nivîsandinê dizane û wiha domand, “Heta di vî warî de min perwerde li derekê nedît. Lê belê hemû tabloyên min encama xayelên min in.” Tesîra Giacometti Di hunergeha Zafî de gelek tablo, parçeyên dîrokî, pirtûkên hunermendên şêwekariyê û nîgarkêşiyê li ser refikan hene. Li ser zemîna hunergehê gelek sindoqên boyaxê û alavên boyaxkirinê û her wiha li ser banê hunergehê jî gelek wêne û ayetên olî hene. Têkildarî mijarê Zafî li ber tabloyekê ku agir, av û ronahiyê nîşan dide û hê jî bi dawî nekiriye, rûnişt û got, şêwekarê siwîsreyî Alberto Giacometti mohra xwe ya taybet di jiyan û hunerê wî de hiştiye. Têkildarî tabloya ku bandor lê kiriye, Zafî got, “Tabloya Gilgameş ku ew li hespê siwar bûbû, dema hildikişî asîmanan û ji xwe dipirsî, çima Enkîdo kuştiye, ev tablo bi awayekî mezin dema ku min xêz dikir, bandor li min kir.” 15 pêşangeh Girêdayî mijara pêşangehên berhemên wî, Zafî ev agahî dan: “Min 15 pêşangehên taybet bo berhemên xwe li gelek dewletên cihanê Sûriye, Lubnan, Tirkiye, Brîtanya û Holandayê li dar xistin û ez beşdarî gelek pêşangehên hunermendên din bûme.” Li ser asta herêmî Zafî da zanîn ku ew beşdarî gelek panelan li bajarên Amûdê, Kobanê û Reqayê bûye û herî dawî tev li Mîhrîcana Qertac a Hunerê Nûjen ê Tunisê bûye. Ekrem Zafî diyar kir ku ew di tabloyên xwe de girîngiyê dide mirovan; ango ew li bersiva van pirsan digere: çima di şoreşan de mirov tên kuştin? Kî ne ew ên ku şeran bi rê ve dibin? Destekeke şermok Di şoreşê de gelek hunermendên herêmê koçberî derveyî welat bûn, lê Ekrem Zafî derneket. Her wiha Zafî ji ber paşguhkirin û nedestekkirina hunermendan ji aliyê Desteya Çand û Huner ve jî rexne kir. Di dawiyê de hunermendê şêwekariyê Ekrem Zafî bang li aliyên têkildar kir ku girîngiyê bêhtir bidin huner û nexasim jî şêwekariyê.