Dîlê azadiyê Jan Zarg ku ji ber doza PKK’ê li Girtîgeha Elbistana Gurgumê girtiye bi romana xwe ya bi navê ‘Evînên Kuştî’ behsa kêliyeke ji têkoşîna gelê Kurd a di rêya azadiyê de dike. Romana nivîskar Zarg ji nav Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Amedê di 2013’an de hatiye çapkirin. Roman ji 231 rûpelan pêk tê. Di romana ku ev cîlda wê ya yekemîn e behsa êş û azarên ji aliyê desthilatdariya Tirkiyeyê ve bi gelê Kurd hatiye kişandin bi zimanekî şahik û bi peyvên resen ên Kurdî tê vegotin.


Vegotina êş û janan

Her çend şêwaza vê vegotinê roman be jî bûyerên di nav van rûpelan de ji bûyerên rasteqîn hatine honandin. Dîlê azadiyê Jan Zarg di pêşgotina pirtûka xwe de der barê vê berhemê de wiha dibêje: “Ku hêzeke gotin, bêje, têgîn û hevokê hebe û karibe êş, jan, sajî, trajedî, heneksojî, hesret, keser, jiyan pelçiqandî, hêviyên talankirî, evînên kuştî û nîvcomayî, ax û welatekî dagirkirî, hêrs û berxwedana vîna mirov, fedakarî, girêdan û xwedayîna bêdawî vebêje, armanca min bi qasî misqaleqê be jî ew e ku ez vê bidim hîskirin. Ku min bi qasî hilmekê be jî hin hestên kul i ser vî xakî hatine jiyîn rave kirib ez ê xwe bextewar bihesibînin.”


Di nava şertê zor û zehmet de amede kir

Zarg diyar dike ku di nava şert û mercên zor û zehmet ên dîlîtiyê de berhemeke wiha herikbar amade kiriye û dibêje bi hêviya rojên li welatekî azad û evînên jiyandar. Zarg pirtûka xwe diyariyê lehengên xwe Tekîn, Cegerxwîn û pinpinîkên asoyên hêviyê dike. 


 STENBOL