Li Başûrê Kurdistanê rewşenbîr, hiqûqnas û siyasetmedaran piştgiriya xwe ji bo Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandin û gotn ku li Tirkiyê encax bi serkeftina HDP’ê wê aştî û demokrasiyek mayînde saz bibe.

Hiqûqnas û parêzerên bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê anîn ziman û wiha gotin; “Hilbijartinên Tirkiyeyê ne tenê ji bo Kurdên Bakûr, ji bo hemû gelê Kurd giring in û rêya çareseriyê ye.”

Parêzer Luqman Mistefa piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê di hilbijartinên Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê yên 1’ê Mijdarê de anî ziman û wiha got; “HDP ji bo hemû gelên Tirkiyeyê xebatên demokrasî û aştiyê dimeşîne. Li ser vê bingehê beşek mezin ê nakokiya navbera gelên Tirkiyeyê, bi teybet jî Kurd û Tirk de çareser kiriye. Her wiha di nava gelan de ruhê aştîxwaz û demokrasiyê dijî hêzên desthilatdar, pêşxist.”

Her wiha Hiqûqnas Rêbîn Sebah jî diyar kir ku HDP di demek pir hesas de tevlî hilbijartinên 1’ê Mijdarê dibe û wiha axivî; “Divê em hemû ji bo cardin HDP di vê hilbijartinê de ser bikeve, li rex Kurdên Bakûr cih bigirin û HDP’ê destek bikin. Serkeftina HDP’ê di van hilbijartinan de, wê desthilatdarî û dîktatoriya Erdogan têk bibe û destê demokratîk û aştiyê bihêz bike.”


Abdulselam Barzanî bi HDP’ê re ye  

Abdulselam Şêx Silêman Barzanî jî diyar kir ku AKP naxwaze navê Kurdan bi lêv bike, lewre divê Kurd dengê xwe bidin HDP’ê.

Şêx Silêman Barzanî li Hewlêrê çû serdana buroya 

HDP’ê û ji aliyê endamên nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê Abid Îke û Şîlan Emînoglu ve hatin pêşwazî kirin. Abdulselam Şêx Silêman Barzanî di serdana xwe de piştgiriya xwe bi HDP’ê re eşkere kir û wiha got: “Em serkeftinê ji HDP’ê re dixwazîn. Em dixwazin careke din gelê me dengê xwe bide bi HDP’ê û nedin hêzên ku bi salene li ser wan zilmê dikin. Ji ber ku diyar bû xwediyê gotina xwe nînin. Her dema ku derfet dîtin dijminatiya gelê Kurd dikin.”

Barzanî serdana xwe de destnîşan kir ku AKP naxwaze navê Kurd bi lêv bike û wiha pêde çû: “AKP naxwaze navê Kurdan bi lêv bike , çawan dibe kesekî Kurd dengê xwe bide AKP’ê ? Divê Kurd dengê xwe bidin bi xwe, bidin HDP’ê.”


‘Kilîta çaseriyê di destê HDP’ê de ye’  

Serokê Partiya Rizgariya Kurdistanê Rêkar Ehmed ragihand ku di hilbijartinan de serkeftina HDP’ê belgeya aramkirina aloziyên li Tirkiyeyê ye û her wiha kilîta çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyê ye.

Rêkar Ehmed  destnîşan kir ku erkê hemû Kurdan e piştgiriya HDP’ê bike û wiha pê de çû: “Erkekî niştîmanî û neteweyî ye hemû Kurdistaniyek piştgiriyê li têkoşîna HDP’ê bike. Bi serkeftina wan em ê dilxweş û şad bîn. Rast e hemwelatiyên Bakur nasnameya Tirkiyeyê  hene û dikarin deng ê xwe bi kar bînin. Ji ber vê yekê pêwîst e dengê  xwe bidin HDP’ê. Lê Kurdên parçeyên dîn jî di karin bang li Kurdên Bakur ên azadîxwaz û aştîxwazên Tirkiyeyê bikin dengê xwe bidin HDP’ê. Da ku bi karin dawî li desthiladariya dîktatorî bînin.”

 

‘Em li pişta HDP’ê ne’

Serokê Partiya Rizgariya Kurdistanê Rêkar Ehmed bi lêv kir kir ku serkeftina HDP’ê belgeya dawî anîna rewşa aloziyên li Tirkiyeyê ye û li Bakûrê Kurdistanê kilîta çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane ye û wiha ragihand: “Weke Partiya Rizgariya Kurdistanê em careke din jî piştgiriya xebatên rewa yên gelê Bakûrê Kurdistanê û namzetên HDP’ê  dikin û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazîn. Eger rê li pêşiya sixtekariyên AKP’ê bên girtin, hikûmeta AKP’ê li pêşiya dengdêrên gund û bajarên Bakûr nebin asteng  û çavdêrên saziyê civakî û welatên biyanî hilbijartina bi şopînin, wê dengên HDP’ê zêde bibe. Wê hejmara parlamenterên wê jî zêde bibe. Bi vê yekê re wê rê li siyaseta şerxwazî û dagirkeriya Erdogan were girtin. “


HANA AZAD / KAROX REWANDUZ/ROJNEWS/HEWLÊR