Li bajarê Strasboûrg ê Fransa doh, li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpa çalekgerên nobeda ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin, daxwaza rawestandina darvekirina girtiyê Kurd Ramîn Huseyîn Penahî kirin û rejîma Îran şermezar kirin.
Ji bo Penahî daxuyaniyên bi zimanê Elmanî, Fransî û Kurdî hatin dayîn û dowîza “Darvekirina Ramîn Huseyîn Penahî bisekinînin!” hate vekirin. Nûnerên ku tîşortên wêneyên Ocalan li ser li xwe kiribûn, di dema çalakiya bi qasî nîvsaetê dom kir de, ji bo rawestandina darvekirinê dirûşme qîrkirin. Hevserokê KCDK-E’yê Yucel Koç, li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpa daxuyaniyek da û ji bo sekinadina darvekirinê banga li her kesê kir ku tişta ji destê bê bike.”
Belavok hatin belavkirin
Di tevahiya çalakiyê de belavokên ku daxwaza azadiya Penahî dihate kirin hate belavkirin. Di belavoka ji bo Parlemetoya Fransa hate şandin de ev tişt hate gotin: “Aktivîstê Kurd Penahî yê li Îranê dijî, niha bi darvekirinê re rû bi rû ye. Penahî bi îdîaya endamê rêxistina Komela Kurd e, Hezîrana borî hatibû girtin. Bi îdîdaya li dijî dewletê rabûye, meha Çileya 2018’an ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve cezayê darvekirinê lê hatiye birîn. Penahî wê 3’yê Gulanê bihata darvekirin, lê ji ber nerazîbûnan biryar hate taloqkirin. Ev daxwaz di meha Gulanê de ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû redkirin, biryar sewqî dadgeha rêveber hatiye kirin.”
STRASBOURG