Ferzad Kemanger yekane mînak e di wêjeya Farisî de ku ne tenê li girtîgehê, di bin sîwana darvekirinê de rawestiya û li şûna nerazîbûnên ji êşkence û êşan, zimanekî nû afirand.
Nameyên Ferzad Kemanger ne tenê berxwedan û xweragiriya li girtîgehê, her wiha afirîneriya şêwazê jiyanê, stîla nivîsînê, hêvî, xewn û mecazî pêk aniye.
Sînorên laş ên nivîskar derbas dike
Beşên nivîsên Ferzad Kemanger bi eşkere dibêjin; laşê nivîskar ji vî zimanê ku li beramber bi kar tîne, fêm nake. Lewma zimanekî nû diafirîne. Zimanekî ku behsa jiyanê dike, ji bo gihandina êşan jî ji sînorên laş ên nivîskar derbas dibe. Behsa êş û azarên din ên civakê dike. Jixwe, taybetmendiya herî sereke ya nivîsên Kemanger jî ew e ku ji nivîsên din ên li girtîgehê, cuda dibe. Ferzad Kemanger di nameyeke xwe de wiha behsa mamostatiya xwe dike; "Gelo bûyîna mamoste û ji masiyên biçûk ên vî welatî re rêya diçe deryayê nîşandan, gengaz e? Ma çi ferqa wan heye ku ji Arazê bin, ji Karûnê bin, ji Sîrwanê bin, an jî ji Serbazê bin? Ma çi ferq heye ku dema armanca me derya û yekbûn be, pûsûlaya me jî roj be. Ma çi girîngiya xwe heye dawiya me zindan be!”
Ji ber ku em Kurd in
Ferzad Kemanger, mamosteyek bû ku dil û mejiyê xwe da perwerdeya zarokan. Kemanger tenê ji ber ku Kurd bû hate darvekirin. Beriya bê darvekirin di nameyeke xwe de got, "Ji ber ku em Kurd in, em tên darvekirin. Mirovên me yên li her derê divê bi vê zanibin. Ji wan we bû, ku tarîtiya girtîgehê wê rojê û ronahiya ji mejiyê min bibe. Lê belê min bi xwe dît, ku binevş di nava tarîtî û bêdengiyê de jî şîn dibe." Mamoste Ferzad ku jiyana xwe diyarî zarokan kir, da xuyakirin ku piştî hate darvekirin divê dilê wî di sînga zarokeke de bijî: "Bi hezkirina xwe ya ji mirovan re, min biryar da ku heger jiyana xwe ji dest bidim, organên min bidin mirovên ku karibin pê bijîn. Destûrê bidin ku dilê min bi hemû hezkirin û dildariya xwe ji bo zarokekî bê bexşandin. Ne girîng e, li kû be; li bankayên Kaaron, li quntarên Çiyayê Sabalaanê, li qiraxa Sahara ya Rojhilat an jî li Çiyayê Zagrosan bi zarokekî li hilatina rojê temaşe dike. Yekane daxwaza min ew e, ku dilê min ê serhildêr û zindî, di sînga zarokekî de lê bide, ku karibe daxwazên xwe yên zarokatiyê bigihîne heyv û stêrkan."
Lazim e her kes qîrîna wan bibihîze
Kemanger, ku rewşa hevalên xwe yên di sala 2010'an de pê re hatin darvekirin meraq dike, destnîşan dike ku yekane meraqa wî rewşa hevalên wî ye. Kemanger wiha dewam dike: "Niha yekane tişta ji bo min girîng ew e, ku dengê hevalên xwe, hevrêyên xwe yên li benda darvekirinê ne Şîrîn, Elî, Ferhad û girtiyên din bidim bihîstin. Lazim e her kes qîrîna wan bibihîze. Ji jiyana min jî girîngtir e ku ez vê bidim bihîstin."
Li girtîgehê pirtûkxaneyê çêdike
Bi armanca perwerdekirina girtiyên din, di hundirê zindanê de pirtûkxaneyeke pirr mezin a bi 2500 pirtûkan çêdike. Hem bi berxwedêriya xwe, hem jî bi sekna xwe ya civakî, ji girtiyên derdora xwe re dibe nimûneyek; ji bo kesên ku tiryakîbûna wan a madeyên hişbir heye, yan jî tiştên din ên xirab heye, bigihîjin hişmendiya siyasî, pirr hewl dide. Bi vî awayî, îhtîrama mezin a girtiyan jê re çêdibe. Weke rewşenbîrekî jî, qet betal nasekine. Di nava şert û mercên zehmet û giran ên zindanê de gelek nivîs û nameyan dinivîse û digihîne derve. Mijarên weke; hezkirina mirov û zarokan, azadî, azweriya dad û wekheviyê, bi hişmendiya berpirsiyarî û hezkirina ji bo mafên gelê xwe û gelên din, bi şêwazeke hestyar û helbestwarî dinivîse. Ev name û nivîsên wî, kir ku li derve deng vede û çi ji aliyê neteweyî, çi jî ji aliyê navneteweyî ji bo wî û hevalên wî kampanyayan li dar bixe. Nameyên Ferzad Kemanger ji aliyê hemû ciwan, pîr, xwendekar û ne xwendekaran ve tên xwendin û heta nameyên wî bandor li dijmin û gardiyanan jî kiriye. Piştî her bûyereke siyasî tevî astengiyên tund ên dijmin ên ji bo nameyên wî ji girtîgehê dernekivin jî, lê dîsan bi rêyên cuda digihîje civakê.
Ji bo nivîskaran bû îlham
Çi ji berî darvekirinê, çi jî piştî darvekirinê, aktîvîst, nivîskar û siyasetvanan pêwîstî dît ku derbarê wî de binivîsin û li hemberî helwêsta Kemanger hebûna xwe diyar bikin. Ev jî hemû bi hêza nivîsên Kemalger çêbû. Siyasetvanê Îranî Zehrare Rehnewerd ku niha li mala xwe hatiye tecrîdkirin, helbestvanê mezin ê Îranî Sîmîn Behbehanî û helbestvanê mezin ê Kurdiyê Şêrko Bêkes hin ji wan kesan in ku ji bo Ferzad helbest nivîsîne. Her wiha stranbêjên Îranî Daryus û Şahîn Necefî piştî darvekirina wî çend stran li ser gotine. Her wiha bi dehan nivîskar û kesayetiyên din derbarê Ferzad Kemanger de nivîs nivîsîne û îlham ji nameyên wî girtîne.