
Li Cizîrê doh hêzên şerê taybet di roja 9’an de li gelek taxên Cizîrê bi tanq, top û çekên giran êrîş kirin û 8 welatî qetil kirin
Hikûmeta AKP’ê û dewletê li dijî gelê Cizîrê şerê taybet daye destpêkirin. Ji 4’ê Îlonê heta niha hefteyek e tîmên taybet, polîs û leşker bi hemû heza xwe li ser taxên Cizîrê guleyan dibarînin û destûr nadin welatî ji malên xwe derkevin. Destûr nadin ku welatî pêdiviyên xwe bibînin, miriyên xwe defin bikin û birîndaran bibin nexwqeşxaneyê. Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Mehmet Ali Aslan, diyar kir ku îşev li Cizîrê komkujî pêk hatiye û wiha got: “Di êrîşên hêzê dewletê yên şevê din de herî kêm 8 welatî hatin qetilkirin. Gelek kes birîndar bûn. Gele winda jî hene. Me rewş tam tesbît nekir. Ji şevê heta serê sibê bi tanq top û çekên giran êrîşî taxan kirin. Trafo teqandin. Ceyran qut kirin, Niha li tu derê ceyran tune. Av tune nexeşiyê dest pê kiriye. Bi rojan e çop ji kolanan nayê komkirin. Tenê zarok li kolanan in. L ser hemû mînareyên mizgeftan sekvan hatine bicih kirin. Divê bi lezgîn Rêxistinên Mafên Mirovan û heyetên Yekîtiya Ewropayê bên li vir lêkolîn bikin. Ger ku li Cizîrê komkujî pêk tê, li hemberî hemû gelê kurd ev komkujî pêk tê. Li vir polîtîkaya îmhayê tê meşandin. Gelê sivîl tên qetilkirin. Heta niha hemû kesên hatin kuştin gelê sivîl e. Em wekîlên HDP’ê bûne çar kom û em li taxan digerin. Niha hemû tax di bin êrîşan dene. Şevê din bi top û tangan êrîşî taxan kirin û komkujî pêk anîn. Ewil trafo teqandin û piştre 8 welatî qetilkirin. Hezar û 400 sal berê çawa ku Yezîd Hz. Huseyin û hevalên wî li Kerbelayê asê kirin, Îro dixwazin vê yekê li ser gelê Cizîrê jî pêk bînin. Niha şebekeyên avê tune. Ger ku wisa bidome, mirov dê ji tîna jiyana xwe ji dest bidin
‘Destûrê nadin em avê jî bişînin’
Heyeta HDP’ê ku ji wekîlên HDP’ê û Hevserokê Giştî yê HDP’ê pêk tê, li gel hemû astengî û êrîşên polîsan meşa xwe ya ber bi Cizîrê berdewam dikin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, diyar kir ku 8 rojin li Cizîrê komkujî pêk tê û wiha got: “Ger ku bi rastî li Cizîrê komkujî tune be, bila riya me û çapemeniyê vekin û em biçin li wir lêkolîn bikin. Em dixwazin ji bo lêkolînê rêya me bê vekirin. Li taxan av tune. Destûr nadin ku em avê jî ji taxan re bişînin.”
Demîrtaş, destnîşan kir ku di nava taxan re ragihandin tune mirî û birîndar di malan de tên girtin û wiha got: “Gelek birîndar hene. Lê destûr nadin ku ambulans biçin birîndaran rakin nexweşxaneyê. Gelek kesên birîndar bûn, ji ber ambulans neçûn, xwîn winda kirin û jiyana xwe ji dest dan. Li ser gelê Cizîrê ambargo û reşkirinek mezin heye. Wekîlên me yên li Cizîrê agahiyan dikin rapor û ji mere dişînin. Niha li gelek taxan av tune. Em dixwazin avê bişînin taxan. Lê destûr nadin em bavê bişînin taxan.
‘Wekî Kerbelayê ye’
Demirtaş, destnîşan kir ku Erdogan û Davutoglu bûne çot û du qatî Gazzeyê ambargo li ser gelê Cizîrê dimeşînin. Demîrtaş, bilêv kir ku dîrokê de wekî Cizîrê minakek nejiya ye û wiha berdewam kir: “Wekî Kerbelayê zarokên Cizîrê mohtacî dilopek av hatine hiştin. Em wekîlê vî gelî ne. Divê em tiştekî bikin. Me got me asteng nakin. Lê reşkirinek pir mezin heye û me asteng dikin. Li gel hemû astengiyan em dimeşin Cizîrê. Li vir ruyê reş ê Hikûmetê heye. Em li Hezexê hatin astengkirin, lê em meşa xwe ya Cizîrê didomînin. Em dixwazin bêjim em li ruxmê gelê Cizîrê cih digirin.”
Berxwedana gelê Cizîrê
Demîrtaş, destnîşan kir ku Cizîr ji Farqîn, Gimgim, Geverê cudatir e û ji ber ku gelê Cizîrê li dijî êrîşan di ber xwe dide êrîş jî zêde dibin. Tang û top ketine kolanên Cizîrê. Niha tiştên ku li Gazeyê nabin li Cizîrê pêk tên. Sedama herî mezin a êrîşan berxwedana gelê Cizîrê ye. Ji ber ku gelê Cizîrê bi rêxistin e û di ber xwe dide rasti êrîşên mezin tê. Ger ku ev rêxistina gelê Cizîrê belav bibe dawîlêhatina vê pergalê ye. Ji ber vê yekê dixwazin hêza bi rêxistin bişkînin.”
Berê xwe bidin Cizîrê
Demîrtaş, heri dawî ji hemû mirovan xwest ku berê xwe bidin Cizîrê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê her kes berê xwe bidin Cizîrê û li dora Cizîrê bibin xelek. Em deyndarên Cizîrê ne. Heta ku em bigêjin Cizîrê em dê rêwîtiya xwe berdewam bikin. Ev helwesta hikûmetê helwestek siyasî ye. Di şexsê HDP’ê de gelê kurd dikin hedef. Di demê dawî de disa êrîşên lîncê dest pê kirine. Lêpirsîna li hemberî min jî bi Fermana Serokomar hatiye destpêkirin. Ev jî perçeyekî vê êrîşê ye.” Wekîlê HDP’ê Osman Baydemir jî anî ziman ku hevserokên partiyê, 40 wekilên 6 milyonan û 2 wezîr dimeşîn Cizîrê lê rastî êrîş û tundiyê tên. Baydemir, anî ziman ku 2 rojin meşa wan didome û wiha got: “Bila hemû cihan zanibe ku neheqiyên li wekilên HDP’ê li hemû gelê Cizîrê hatiye kirin.
Xwe gihandin Cizîrê
Bi hezaran welatiyên ji Silopî û Şirnexê bi boneya piştgiriyê bidin gelê Cizîrê şevê din derketibûn rê, gihiştin Cizîrê. Bi hezaran welatî li gel hemû êrîş û astengiyên dewletê ketin Cizîrê. Hezaran welatî beng û barikatên polîs û leşkeran şikandin û ketin Taxa konakê ya Cizîrê. Gelê Cizîrê bi coşek mezin girse pêşwazî kir û siloganên “Bijî berxwedana Cizîrê”, “Cizîr dê ji faşizmê re bibe goristan” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Piştî girse û gelê Cizîrê gihişt hev, gel ber bi navenda Cizîrê ve dimeşin. Li aliyê din bi sedan kesên ji Hezexê ber bi Cizîrê ve derketi rê, meşa wan didome.
ŞIRNEX