
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan ji Bernameya Gundemê ya Nûçe TV re peyivî û da xuyakirin ku di pêvajoya çareseriyê de qonaxa duyemîn ketiye zorê û kêm maye dema wê biqede. Kalkan diyar kir ku pêwîste AKP di vê mijarê bi berpirsyarî û cidî tevbigere.
’Dixwazin destkeftiyan ji holê rakin'
Kalkan ragihand ku di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke mezin a gel û azadiyê pêk hatiye û got, "Gelê Kurd vîna xwe nîşan da. Kontrola jiyana xwe xist destê xwe. Got, 'ezê çarenûsa xwe diyar bikim.' Gelê Kurd weke armanc danî pêşiya xwe ku azadiya xwe, di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de têkûz bike. Niha li dijî vê şoreşa mezin a azadiyê êrîş hene."
Kalkan anî ziman ku divê ev êrîş baş werin fêmkirin û axaftina xwe weha dewam kir: "Êrîşek ji Sûriyê nîne. Êrîşek ji derve ku ne diyare ji ku ye, tê. Keriyekî çete ya ji hin deveran hatiye komkirin, êrîş dikin. Li dijî vê, gelê Rojava bi keç, xort, zarok, kal, pîr bi lehengî li ber xwe dide."
Kalkan diyar kir ku hin hêz hewl didin vê berxwedanê weke pevçûnekê, mîna pevçûnek di navbera Kurdan de nîşan bidin û got, "Hin hene hewl didin weke şerê Kurd û Ereban, weke şerekî navxweyî yê li Sûriyê nîşan bide. Ev ne rast e, berovacîkirina rastiyane. Hêzeke ku ne ji civaka Sûriyê ye, hêzeke biyanî ya ji paşverûtiya herêmî û navnetewî hêzê digire, hewl dide gelê Rojava, şoreşa Rojava bifetisîne.
Bi van êrîşan re dixwazin vîna gelê Rojava ya di 19'ê Tîrmeha sala 2012'an de nîşan dabû, bişkînin. Ev vîna li holê ye, vîna Kurdê azad, vîna Sûriyeya demokatîk e. Kurd her tim dixwazin azadiya xwe di çarçoveya yekitiya Sûriyê ya demokratîk de bi dest bixin. Ev hêzên êrîş dikin li dijî vîna Kurdê azad, vîna Sûriyeya demokratîk, li dijî yekitiya demokratîk a Sûriyê ne. Hêzên li pişt van êrîşan e, xwedî nêzîkatiyeke bi vî rengî ne. Divê yên êrîşê dikin û yên destekê didin wan baş werin naskirin. Komeke çete hatiye avakirin, li pişt vê çeteyê jî her kesên li dijî vîna Kurdê azad, vîna Sûriyeya demokratîk, hene."
'Dijmin li dij Kurdan bûne yek'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku ev hêzên mijara gotinê li cihên din ên cîhanê herî zêde li dijî hev derdikevin û got, "Herkes li vê derê bûne yek û êrîş dikin. Piştgiriyê didin van komên çete."
Kalkan diyar kir ku her kes dibîne vana kî ne û got, "Yên li dijî hev, di heman eniyê de cih digirin. Ji Emerîka heta Îranê, ji Hîzbûllahê heta El Qaîdeyê, ji Tirkiyê heta Sûriyê, hemû hêzên li dijî hev, li pişt van êrîşan cih digirin. Em vê baş dizanin."
Kalkan ragihand ku armanca wan tinekirina vîna Kurdê azad û yekitiya Sûriyeya demokratîk e û destnîşan kir ku şoreşa Rojava, şoreşa Sûriyeya demokratîk daye destpêkirin.
Sûriyeya Demokratîk şoreşa Rojhilata Navîn e
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan got, "Sûriyeya demokratîk tê wê wateyê, ku şoreşa Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên gelan, were sererastkirin e. Êrîşkar û hêzên pişt wan, dixwazin vê yekê tine bikin. Yên ji vê bêzar in, hêzên biratî û yekitiya demokratîk û azad a gelan naxwazin, dest dane hev û hewl didin vê vînê bişkînin. Kalkan bibîr xist ku tevahiya gelê Kurd û hêzên demokratîk piştgiriyê didin gelê Rojava û destnîşan kir ku gelê Rojava jî hînî jiyana azad û demokratîk bûye û axaftina xwe weha dewam kir: "Vîneke bi vî rengî nîşan daye. Heta dawiyê wê bi vê biryardariyê bimeşe, dimeşe. Em ji vê bawer in. Dilê hemû Kurdan li Rojava lê dide. Desteka wan ji bo gelê Rojava ye. Hemû hêzên demokratîk jî wê vê piştgiriyê nîşan bidin. Taliyê jî ya bi ser bikeve wê gelê Rojava be, ku niha jî bi ser ketiye. Ya bi ser bikeve wê vîna Kurdê azad, yekitiya Sûriyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk be."
ANF/BRUKSEL