LÎLAV ELÎ / FERÎDA ZEDE JINNEWS/ŞEHBA
Temenekî biçûk û dilekî mezin Abdînê 10 salî xeyalên xwe yên ku di bin topebaranan de mane, fikirên xwe, berxwedana 58 rojan û qetilkirina hemû hevalên xwe bi wêneyan vedibêje.
Abidîn Mistefa yê 10 salî ji gundê Mîrkan ê navçeya Mabeta ya Efrînê ye. Piştî êrîşên dewleta Tirk bi malbata xwe re koçî Şahbayê kiriye. Abdîn li Efrînê şahidiya hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û qetilkirina zarokan kiriye. Xwesteka wî ev e ku hovîtiya dewleta Tirk xêz bike.
Abidîn li ser merema xwe ya bi xêzkirina wêneyan wiha vedibêje: “Gava ez ji Efrînê derketim êz pir êşiyam. Ew zarokên ku li ser riyan hatin qetilkirin hîna li ber çavên min in. Me xewn û xeyalên xwe li pey xwe hiştin. Lewre ez dixwazim ku tişta dewleta Tirk bi ser me de anî, xêz bikim. Da ku alem bibîne.”
‘Ez ê xeyalên xwe xêz bikim’
Abidîn hay ji temen piçûkiya xwe heye bi vê bîreweriyê dibêje: “Rast e temenê min biçûk e lê dilê min mezin e. Erdogan ê qatilên zarokan xeyalên me talan kirin, lîstikên min û hevalên min xera kirin. Lê dîsa jî Erdogan wê nikaribe Efrînê ji dilê me dirxîne. Ez wek zarokek ji Efrînê ez ê hemû hestên xwe ji bo Efrînê bînim ziman û bi wêneyan xêz bikim.”
Stranên wî li ser Efrînê ne
Dayîka Abdîn Gulistan Ebdo jî wiha behsa lawê xwe dike: ”Abidîn li dibistanê diçe pola 4’an. Delaliyê min ji stranan gelekî hez dike û di heman demê de wêneyan jî xêz dike. Ji dema ku Efrîn hatiye dagirkirin û vir de hemû stranên xwe li ser Efrînê dibêje. Di demên dawîn de bêhtir wêneyên ku Efrînê vedibêjin xêz dike û dixweze ku hovîtiya li ser Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin bi wêneyên ku xêz dike.”