Tevgera Jinên Ciwan ên Navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê  bi armanca ku pêştevaniyê bidin berxwedana gelê Kurd a li dijî terora dewleta Tirk yên li Bakûrê Kurdistanê, meşek organîze kir.

Endamên Tevgerê û Yekîtiya Ciwanên Rojava li gundê Bircqas ê navçeya Şêrawa kom bûn û 4 km ber bi gundê Mazin ê navçeyê ve meşiyan.

Ciwanan di meşa xwe de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansîz, Fîdan Doxan, Leyala Şaylemez, her wiha wêneyên hersê siyastmedarên Kurd ku li Silopî hatin qetilkirin Bakîza, Sêvê û Fatima hilgirtin û duruşmeyên silavkirina berxwedana Bakûrê Kurdistanê berz dikirin.


‘Ji Şoreşa Rojava ditirse’

Ciwanên ku gihîştîn gundê Mazin li bir daxuyaniyek da. Li ser navê ciwanan Endama Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan Dilar Dijwar axivî û siyaseta dewleta Tirk şemezar kir. Dilar got ku armanca êrîşên dewleta Tirk li dijî gelê kurd ê Bakûrê Kurdistanê ew e ku îradeya Kurdan bişkîne û desthilatdariya xwe li ser wan ferz bike.

Dilar destnîşan kir ku Tirkiye ji şoreşa Rojava ditirse ji ber vê jî bi hemû kiriyaran hewl dide ku vîna gelê Kurd li her deveran bişkîne. Delal da zanîn ku ew bi dil û can bi gelê Bakûr re ne.

Meş bi duruşemeyan bi dawî bû.


 YPG'ê û Suryaniyan dewr girt

Li Dirbesiyê çalakiya nobetê ya ji bo piştgiriya berxwedana Bakûrê Kurdistanê hatî destpê kirin di roja 27'emîn de berdewam dike. Çalakiya nobetê di roja 27'emîn de ji aliyê hêzên asayîşê, şervanên YPG'ê û welatiyên Suryanî hate dewr girtin.

Li ser navê Suryaniyan Mîxaîl Yaqup di axaftina xwe de balê kişand ser berxwedana bêhempa ya gelê Bakûrê Kurdistanê û got, dê ev berxwedan biserkeve. 

Li ser navê YPG, Heyva Sor a Kurd, Yekitiya Star, Saziya Malbatên Şehîdan û PYD jî axaftin hate kirin û di hemû axaftinan de berxwedana gelê Kurdistanê hate silavkirin, êrîşên hikumeta AKP'ê hate şermezarkirin. 


 EFRÎN/DIRBÊSIYÊ