YCR bi alîkariya TEV-ÇANDꞌê şahiya zarokan li dar xist. Di şahiyê de, koma şehîd Aram Tîgran a girêdayî YCR’ê şanoyek li ser rewşa xwendinê li taxê, pêşkêş kirin.

Piştre koma şehîd Ronahî ya girêdayî TEV-ÇANDꞌê govendên Kurdî pêşkeş kirin, her wiha Koma Şehîd Berxwedan Şêxmeqsûd a girêdayî TEV-ÇANDꞌê stranên şoreşgerî stran.

Bi vê şahiyê zarok kêfxweş bûn, dilê wan şad bû, hinekî rewşa şer ku tê de ne jibîr kirin. Di dawiya şahiyê de, Endamê TEV-ÇANDꞌê Selah Dilovan li ser kiryarên ku bi serê zarokan tên kirin, helbest xwendin. 


 ANHA/HELEB