Şemsettîn Ariturk ango Daxistan Koçer ji çiyayan û koçeriyê dihat. Di nav refên gerîla de navê xwe kiribû Daxistan ku Daxistan dihat wateya ‘çiyayî’. Koçerî jî ji cewhera dilsoziya wî ya ji welatparêziye dihat. Dema ji dayik bûbû navê wî kiribûn Şemsettîn Ariturk. Ne ji Şemsettîn û ne jî ji paşnavê Ariturk hez kiribû. Ji gava ku xwe nas kiribû, koçerekî esîl bû û temenê xwe li çiyayan derbas kiribû. Beriya tevlî nav refên gerîlayan bibe li meskenên dapîr û babîrên xwe, jiyana li çiyayan û di nav koçeriyê de mezin bûbû.
Her çiqasî hêzên dagirker ji bo koçeriyê biqedînin çûna çiyayan qedexe kiribin jî wî bi îlhama ku wergirtibû dê paşnavê xwe kiriba Koçer. Wî ji çiyayan ji atmosfera ku çiya bi mirovan re hestên azadî û baweriyê diafirînin, hez kiribû. Lewma dema tevlî nav refên azadiyê bû navê xwe kiribû Daxistan. Hestên azadiyê yên ku çiya di mirovên kurd de diafirînin bi jiyana xwe fêr bibû. Ji ber vê yekê bi Daxistan re taybetmendiyên çiyayan kedkarî, hêz û çalakvanî bûbû yek. Ji ber vê li çiyayan tişta ku herî zêde bala wî dikişand kedkarî bû. Daxistan ji qadên ku herî zêde kedkarî lê hebû tevlî nav refên azadiyê bûbû. Dema tevlî nav refên gerîla bû di du tiştan de zehmetî nekişand. Yek ji van, çiya yek jî keda ku mirov dike mirov bû.
Daxistan ne xerîbê çiyayan bû
Ne xerîbê çiyayan bû. Bi salan li çiyayan jiyabû. Malbata wî ji bo debara xwe sewalvanî dikir. Ji ber vê rastiyê bi salan li çiyayan koçerî kiribû. Çiya ji bo mirovên Kurd her dem ev cihê xwespartinê û parastinê ye. Daxistan bi salan li çiyayan, xwe ji pêkutiyên dewleta faşîst a Tirk û ji polîtîkayên wê yên leşkerî, siyasî, aborî û çandî kêm be jî parastibû. Ji ber wê beyî ku nirxên kurdîtiyê wenda bike di nav refên azadiyê de jî wê berdevam kiriba û kesayeta xwe li gorî vê ava kiriba.
Wekî navê xwe dijiya
Wî dil dabû evîna li çiyayan. Bûbû lêgervanekî wê. Li çiyayan şervanên azadiyê nas kiribû. Ji wê demê û şûn ve êdî ev jî milîtanek bû ku li her qadê bi keda xwe beşdarî jiyanê dibû. Di pêvajoyeke wiha de dikeve destê dewleta Tirk Daxistan.
Daxistan çi di pêvajoya lêpirsînê de, çi jî di pêvajoya zindanê de rûyê qirêj ê dewleta Tirk dibîne. Vê rastiyê kîn û hêrsa wî li hemberî dewletê zêde kiribû û dilsoziya wî ya bi têkoşînê re bi pêş xistibû.
Hunerê xwe li çiyayan pêş xist
Dema pêvajoya zindanê qediya êdî ne tenê welatparêzekî ku alîkarî û piştevaniyê dike, bûye milîtanek ku di armanc û hedefa xwe de zelal e, bi vê armancê xwe perwerde kiriye û xwedî biryar û îradeyeke bêhempa ye. Êdî baş fêm kiriye ku yekane rêya mirov ji qirêjiyên dewletê wergire di çiya û gerîlayan re derbas dibe. Bi vê armancê berê xwe dide çiyayan. Dema digihîje çiya û gerîlayan xeribiyê nakişîne. Ji gava yekemîn a diavêje nav gerîla heta nefesa xwe ya dawî di her şert û mercî de dibe xwedî sekneke kedkar, durist û bi îstiqrar.
Di nav xebatên TEV-ÇAND’ê de
cih digire
Daxistan li çiyayan di nav xebatên TEV-ÇAND’ê de cih digire. Bi qasî xebatên pratîkî yên gerîla di nav xebatên çand û hunerê de jî nûjenî û dîsiplînê esas digire. Daxistan li hemberî ferasetên ku dixwestin xebatên çand û hunerê ji rê derxin û dejenere bikin bi sekna xwe ya rêxistinî û bi xebatên xwe yên pratîk bersiv dida. Daxistan, xebatên çanda şoreşgerî yên ji Xelîl, Hêvî, Yekta berdewam dikirin bi sekn, ked û tevlêbûna xwe veguherandibû xetekê û bi jiyana xwe temsîla wê dikir.
Bi texlîda Osman Baydemîr
di bîra însanan de ma
Şemsettîn Ariturk ê bi nasnav Daxistan Koçer, xebatên şoreşgerî yên çand û huner ên li welat ji bo li derveyî welat jî veguheze gelê Kurd di sala 2010’an de derket rêwîtiya Serhedê. Bi qasî zehmetiyên rê bi awayekî aktîf di nav xebatên gerîla de cih girt. Daxistan ji ber bêderfetiyan û hinekî jî ji bêşansiyan ku negihiştin cihê ku divê bigihêjinê dema di rêya vegerê de bûn li gundekî ku diçûnê di encama hevkariya xiyanet û komploya bi hêzên paşverû yên Îranê re di encama kemînekê de bi hevalê li gel xwe Lokman re di 18’ê hezîrana 2011’an de beşdarî karwanên şehîdan dibe. Daxistan Koçer herî zêde jî bi texlîda Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê wê demê Osman Baydemîr di bîra gelê Kurd de maye. Bes li çiyayên Kurdistanê ti zinar namîne ku li wê derê bi rêya lîstik, şano û skeçên xwe hunerê Kurdî bi pêş nexistibe.
n AMED