"Em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin tevlî vê pêvajoyê bibin û yekitiya bi ruh, raman û hişmendiyê de jiyîn şênber bikin, dikin." Girtiyên li 1'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê jî hezar û 500 TL. ji Rojava re şandin.

Dîlên azadiyê yên di girtîgeha Tîpa D a Amedê de dimînin ji Rojava re 7 hezar TL. alîkarî şand. Di daxuyaniya li ser navê dîlên azadiyê hate dayîn de hate diyarkirin ku gelê Kurd bi têkoşîna 40 salin didin gelek destkeftî bi dest xistin ji hemû deman bêtir nêzî azadiyê ye û wiha gotin: "Têkoşîna bi hêza xwe didin meşandin bi slogana serokatiya azad û Kurdistana xweser têkoşîna xwe bi berdewam dike. Nîşaneya vê têkoşîna bi biryar têkoşîna azadiyê ya gelê me yê Rojava dide meşandin e. Şoreşa gelê me yê rojavayê Kurdistanê pêk anîn bingeha civaka demokratîk a hemû Kurdistanê û Rojhilata Navîn e. Hêzên dagirker ên vê rastiyê dizanin ji bo vê pêvajoyê li gorî berjevendiyên xwe pêk bînin serî li hemû riyan dan."
Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku li cem gelê Rojava cih girtin peywirdariya şoreşgerî û welatparêziyê ye û wiha hate destnîşankirin: "Ji kampanyayên li gelek qadan hatin destpêkirin re sembolîk jî be 7 hezar TL. pereyê me ji hewcehiyên xwe girtin şand. Em bang li hemû gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku tevlî vê pêvajoyê bibin û yekitiya bi ruh, raman û hişmendiyê de jiyîn şênber bikin, dikin."
Dîlên azadiyê yên ji doza PKK'ê yên li 1'emîn Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê dimînin jî di çarçoveya kampanyaya ji bo Rojava dan destpêkirin de hezar û 500 TL. pere komkirin. Hate ragihandin ku girtiyan pereyê komkirin bi riya malbatên xwe re gihandin Rojava. 

AMED/ÎZMÎR




Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê belav dike


Meclîsa Aborî ya Kurdên rojavayê Kurdistanê alîkarî ji welatiyên li Serêkaniyê re şand. Alîkariyên ku hatin rêkirin ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatine li welatiyan hat belavkirin.Alîkariyên Meclisa Aborî ji gelê Serêkaniyê re hatin şandin ji 1000 malbatêre ne. Her para malbatekê ji 2 kîlo nîsk,4 pakêt mekarana, 1 litir zeyt û 250 k.g çay pêk tê.

  QAMIŞLO