Bi sedan Êzîdiyên di dema êrîş û komkujiya 3’ê Tebaxê de esîr ketin destê çeteyên DAIŞ‘ê û ew anîn Sûriyeyê, ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hatin rizgarkirin û emanetî rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatin kirin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî Êzîdiyên tên rizgarkirin radestî Meclîsa Jinê ya Şengalê dike.

Endama Meclîsa Avaker a Şengalê û Rêveberiya Tevgera Jinê ya Êzîdxanê (TAJÊ) Zehra Şengalî diyar kir, ku ew bi çi rengî mirovên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin pêşwazî dikin û ji nû ve tevlî jiyanê dikin.

Jinan ji nû ve tevlî jiyanê dikin

Zehra Şengalî diyar kir, heta niha bi sedan jinên Êzîdî ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve ji nava lepên DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin û destnîşan kir, di nava Pêngava Xezeba Firatê de gelek jinên Êzîdî yên hatine rizgarkirin jî cih digirin.

Zehra Şengalî got, “Beriya niha bi demekê li Şengalê jî li dijî DAIŞ‘ê pêngavekê dest pê kir. Ev pêngav bi navê ‘Tolhildana Jinên Êzîdî’ ji aliyê YJŞ û YBŞ‘ê ve hat destpêkirin. YPG û YPJ’ê jî wateya hilanîna tola jinên Êzîdî û hemû jinan dan operasyona Reqayê. Bi pêngava Reqayê re jinên Êzîdî tên rizgarkirin. Em jî weke TAJÊ, hewl didin van jinan ji nû ve tevlî jiyanê bikin.”

Komîteyek nû

Zehra Şengalî dibêje ku, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, ji bo mirovên Êzîdî yên ji DAIŞ‘ê hatine rizgarkirin bigihêjin gel û axa xwe, radestî Meclîsa Jinê ya Şengalê dike û wiha dewam kir: “Gelek mirovên me yên ku heta niha ji DAIŞ’ê rizgar bûn, li Şengalê vegeriyan. Weke TAJÊ, ji bo van mirovên xwe pêşwazî bikin û ji nû ve tevlî jiyanê bikin, me komîteyek ava kir. Di nava vê komîteyê de weke nûnerê Meclîsa Avaker a Şengalê, hevalekî mêr jî heye. Weke TAJÊ, em mirovên xwe yên ji DAIŞ‘ê tên rizgarkirin li kampa Newrozê û Qada Holê pêşwazî dikin. Yên ji Holê tên jî tînin kampa Newrozê û piştre dişînin Şengalê. Li Şengalê jî tevî gel TAJÊ pêşwaziya wan dike. Piştre komîteya di bin sîwana TAJÊ, lêkolînên pêwîstî pê heye, dike.”

Her wextî alîkar in

Şengalî da xuyakirin, ev komîteya wan, mirovên Êzîdî yên hatine rizgarkirin digihîne malbatên wan, lê belê karê wan ne tenê ev e û wiha peyivî: “Komîte malbatên van mirovan lêkolîn dike û wan digihîne hev. Eger pirsgirêkeke xwe ya tenduristiyê hebe, hewl dide derman bike. Mesela, gelek caran zarok bi tena serê xwe tên. Wextekê bi me re dimînin û em bi wan dibilin. Em li malbatên wan dipirsin û wan digihînin malbatên wan. Em ji wan re qalê dikin, ku bi çi rengî dikarin ji wan re bibin alîkar.

Di heman demê de, piştî ku em van mirovên xwe radestî malbatan dikin, em rewşa wan dişopînin, ku ti zext li nava malbatê li wan tê kirin an na. Em van mirovên xwe ziyaret dikin û hewl didin moralê bidin wan. Ev hewldanên me bêencam namînin. Mînak, di nava mirovên azad bûne de hin kes bi daxwaza xwe tên û tevlî karê TAJÊ dibin.”

PDK gefê li Şengalê dixwe

Şengalî bi bîr xist ku di destê DAIŞ’ê de bi hezaran Êzîdiyên dîl girtî hene û wiha axivî: ”Em bawerin ew ê jî bên rizgarkirin. Tevî ku weke gel û jinên Şengalê hewl didin li ser bingeha azad ji nû ve jiyanê ava bikin û mirovên xwe yên ji DAIŞ‘ê rizgar bûne ji nû ve tevlî kar bikin, hîn jî polîtîkayên qirêj li ser Şengalê tên meşandin. Bi taybetî PDK û dewleta Tirk gefê li Şengalê dixwin. Em van gefan rast nabînin û qebûl nakin. Em gerîlayên HPG û YJA Starê yên em ji komkujiyê rizgar kirin û hêzên YPG û YPJ’ê yên rê vekirin û bi hezaran Êzidî rizgar kirin, ji bîr nakin. Yên ku derfetên xweparastinê dane me, yên ku em ji DAIŞ‘ê rizgar kirine û hêvî û hêzê didin me, ew in. Li ser vê bingehê ez HPG, YJA-STAR, YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ‘ê silav dikim. Bang li tevahiya civaka Êzidî û jinên cîhanê dikim, ku piştgiriyê bidin jin û gelê Şengalê ku li azadiyê digere.” 


 DÊRIK