Piştî dîlgirtina kesên mijara gotinê, tugaya girêdayê Artêş Azadiya Sûriyeyê ye îdia kir ku, di destê wan de delîl hene ku ev kesên dîl hatine girtin girêdayî muhafizên şoreşger yên Îranê ne. Berdevkê Artêşa Azadiya Sûriyeyê Ahmet Hatîp ji AFP’ê re axivî û piştrast kir ku rehîne serbest hatine berdan. Îranê jî ev agahî piştrast kir.
Rayedarên Weqfa Alîkariyê ya Mirovahî ya Tirk jî diyar kir ku rejîma Sûriyeyê gotiye ku ji bo dîlên Îranê bê berdan ew ê jî weke berdela vê yekê 2 hezar û 130 sivîlan berd in. Hat diyarkirin ku di nava kesên serbest bên berdan de wê çend welatiyên Tirk jî hebin. Hat diyarkirin ku ev berdan dîlan, bi hevkariya Tirkiye û Qetarê pêk hatiye.
NAVENDA NÛÇEYAN