Têkoşîna 40 salan a Tevgera Azadiyê nasnameyeke berxwedanê ya Kurdistanî afirandiye. Niha li her devera dinê, navê bi deh hezaran zarokan Egîd e. Ev çanda berxwedanê li ser bi milyonan weke parçeyeke ji jiyana rojane bandorê dike û ev rastî ji aliyê dost û dijminan ve jî baş tê zanîn.

Heger îro li Bakurê Kurdistanê mirov dikare behsa nasnameya Kurdî bike bêguman ew guleya fermandar Egîd, ew berxwedana li zindana Amedê û ev têkoşîna ku bi ti bêbextiyê jî nehatiye şikandin û têkbirin, xwedî risteke mezin û girîng e.

Di van rojan de ku ala berxwedanê bi pêşengiya jina Kurd Leyla Gûven li ser banê gerdûnê tê çiklandin, Kurd û Kurdistanî Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Di wê çarçoveyê de gelek kombûn û şahî hatin lidarxistin. Li Berlînê di kombûna Civata Rewşenbîrên Azad de rêzdar Rizgar Gulebax semînereke li ser ziman pêşkêş kir. Gulebax ji Silêmanî ye, rewşenbîrekî hêja ye û gelek girîngiyê bi sekna serbixwe ya rewşenbîrî dide. Rizgar Gulebax di beşeke gotara xwe de behsa xizmeta derbarê ziman û çanda rewşenbîrî ya Partiya Karkerên Kurdistanê kir û got: "PKK destpêkê di pirraniya danûstandinên xwe de zimanê Tirkî bi kar dianî. Lê bi taybetî piştî vekirina MED TV, ew pêvajo guherî, çar aliyên Kurdistanê di warê ziman û çanda Kurdî de ji wê TV´yê pirr sûd wergirt." Di semînarê de bahsa bi dehan saziyên ziman û çandî yên li Bakur avakirî û mixabin ji aliyê dewleta dijmin ve kilîl li deriyên wan xistî hat kirin, û wisa jî behsa bi hezaran şagirtên ji rojnameyên wek Welat û yên dûvre jî derçûyî, hat kirin.

Ha, ev tev de bes in, têrî dikin, helbet na. Lê rastiya ku rewşenbîr Gulebax anî ziman, esas, şoreşa berfireh a di bin sîwana pêvajoya fermandar Egîd destpêkirî de tîne bîra mirovî.

Li aliyê din bi pêşengiya saziya Yektiya Malbatên Kurdistanê YEKMAL´ê de panelek li ser nasnameya Kurd hat lidarxistin. Profesor Birgit Ammann qiserker bû û Profesor Kenan Engîn jî moderatorî kir. Di panelê de gotara Prof. Ammann balkêş bû. Li ser nasnameya Kurd bi berfirehî amadekariya wê hebû. Lê bi qasî peyvekê jî behsa nasnameya berxwedanê yan jî berxwedana ku mohr û bandora xwe li 40 salên dawiyê dayî, nekir. Bi pênaseyên girover û giştî gotara xwe qedand. Ya herî balkêş jî ev bû ku ji beşdaran jî ti pirs û nerazîbûnên wiha derneketin. Gava me pirsa gelo ev helwêstek e, jê kir jî got; min gelek rexneyên cidî li ser PKK´ê hene. Baş e, dibe hûn hemû partiyên Kurd jî rexne bikin, hez ji wan bikin yan jî nekin. Ew vîn û baweriya we ye, lê weke zanyarekê gava hûn behsa nasnameya Kurd bikin, ne pêkan e hûn di ser Egîdan re derbas bibin. Wê demê pirsa; gelo hûn ji dewleta Elman ditirsin, lewma hûn wê rastiya dîrokî binax dikin, derdikeve holê. Profesor Ammann got, ‘Ez ji dewleta Elman natirsim, lê ji bo dewleta Tirk nikarim heman tiştî bibêjim. Profesor Engîn jî li ser heman pirsê got, mercên afirandina zanistê û lêkolîna zanistî li Elmanyayê hene. Lê derfeta Kurdan kêm e û dewleta Elman ji ber têkiliya li gel dewleta Tirk, girîngî bi xebatên Kurdewarî nade.

Piştre di encama lêkolîneke piçûk de derket ku ev xanima profesor ji mêj ve li hemberî tevgera azadiyê ya Kurd xwedî helwêstên poltîk e. Di gotar û lêkolîna wê de jî ew nêrîn û pêşhukmên li hemberî berxwedana serdemê ya 40 salan, bi awayekî zelal xwe diyar dikir.

Di encamê de peyva ‘mixabin’ di mêjiyê mirovî de olan dida û li aliyê din jî di nav hinde ciwanên beşdar de jî pirsek jî nedihat arastekirin. Pirraniya wan ciwanan xwendekar û şagirtên zanîngehan bûn û xwedî hewldana lêkolîna li ser nasname û rastiya Kurdî bûn. Li vir kêmaniyeke girîng derdikeve holê. Profesor Ammann her çiqas li zanîngeheke Ewrûpayê kar bike û xwedî pênaseyeke zanistiyê jî be, di vî warî de weke aliyekî tevdigere. Alîgiriya wê bandorê li ser lêkolîn û xebata wê ya zanistî dike. Ev di warê zanistê de pirsgirêk e. Helbet bi ziman û teşeyê zanistî divê bê rexnekirin û têkoşîneke bi vî rengî lazim e. Lê kêmasiya ku em jî tê de, ne darîçav e.

Fermo qadake ku tê de zanist tê afirandin û lawaziya me.