Cegerxwîn bi navê xwe yê fermî Şêxmûs Hesen 22’ê Cotmeha sala 1984’an li welatê xeribiyê Stockholmê çû ser dilovaniya xwe. Cegerxwînê ku li gundê Hesar ê li ser Kercewsê çavên xwe li dinyayê vekirin, bi jiyaneke tijî keser, huner û şer di bîra Kurdan de cihekî qewîn ji xwe re çêkir. Seydayê Cegerxwîn ê Kurdan bi rêya medreseyên Kurdî edebiyat klasîk a Kurdî baş fêr bû û piştre rêya xwe bi Rojavayê Kurdistanê bi kovara Hawarê xist û li wir jî bi şêwaz û teknîkên modern helbestvaniya xwe kemiland. Helbestên wî yên dij-kolonyalîst û serxwebûnxwaz kela hîs û fikrên neteweyî ya Kurdan radikir. Helbestên wî di nav Kurdan de çi zarok çi kal çi gundî çi karker çi mela çi mamoste di nav her tebeqeyên civaka Kurdistanê de dihatin jiberkirin û xwendin. Heta wî dixwest dengê xwe li dinyayê belav bike û bibe dengê bindêstên li ser vê rûyê erdê. Jixwe helbesta wî „Ey heval Robson“ silaveke bû ji Kurdistanê di şexsê hunermend û aktîvîstê mafê mirovan reşikê Emerîkayê Paul Robeson de ji tevahî bindêstên cihanê re.              

Her wiha yek ji pênûsên herî cesûr ên di serdema xwe de li dij feodalîteyê bû. Ne tenê li dijî dagirkeran radibû, li dijî axa, şex û melayan jî radibû. Cegerxwîn hevalê ronahî û zanînê bû ji lewre wî digot  „Min bi ceng û şer / Zanîn û hiner /Pişta wî şikand/Serî lê gerand“ 

Mirov dikare bêje ku helbestên Cegerxwîn sosyolojî û psîkolojiya Kurdên vê demê pir baş teswîr dike. Jixwe helbestên wî ji gelek stranbêj û hunermendên Kurd re bûne çavkaniyeke xurt. . 

Tevahiya helbestên wî bi welatparêziyê xemilîne. Gelek kilamên şoreşgeriyê ji helbestên wî hatine girtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




‘Bi Kurtî Jîna Min’



Seydayê Cegerxwîn bi kurtîjiyana xwe di riya helbestek xwe de hûnandiye:

Sala hezar û nehsed û sê ez hatim dinyayê

Bi navê Siltan Şêxmûs ez çêbûme ji dayê.

Heta bûm sêzde salî li gundê me’y Hesarê

Jîna xwe min diborand, paşê ji wê me da rê.

Bavê min î rîsipî, xwedî mirov û rûmet

Ne mirovek malgenî, bi namûs û bi xîret.

Ji tengasî, neçarî me ew gundê xwe berda

Hatin Amûda rengîn, bavê min zû emir da.

Diya min a belengaz, pêncî salî, dilovan

Salek piştî bavê min, ew jî li wî bû mêvan.

Birayê min nîvmela ji alema ronahî

Rast û dirist ku bêjim, ew tiştekî nizanî.

Wî pîreka xwe anî, bê wijdan û bê mejî

Bi gotinên xwe ên çors, ew min bêderb dikujî.

Xwişka min a xemnexwar, bê insaf û bê wijdan

Ez reviyam hatim cem, wê jî ez kirim şivan.

Geh li vir û geh li wê, min ezabek mezin xwar,

Ya Elah û ya Xwedê, paşê bûme xwendewar.

Jîna min ya kevnare, êdî hate guhertin

Tev xweşî û zanebûn, heft heşt salan hin bi hin.

Min dest bi kurdiyê kir, peyda kirim çend mirîd

Bi xweşxan û reşbelek xesma piştî Şêx Seîd.

Paşê çûme Iraqê, ji wê ez çûme Îran

Heçî kesê bidîma, ji min dimane heyran.

Berî sala rehmetî, bi Çar salan ” Dilbirîn “,

Di şi’rê de navê xwe min datanî ” Cegerxwîn.”

Min îcaza xwe sitand bi serbestî, mêranî,

Ji nû keça xalê xwe, ji Hesara xwe anî.

Bûn melayê Hazda jor, cibepoş û ser bi şaş,

Ji nû riya rast û xweş, bû serjor û rêl û kaş.

Min bi dûvê dinê girt, vîna wê ket dilê min,

Barê gund û ê kuflet, hemî ket ser milê min.

Paşê hate bîra min ku ez bibim xwedî gund,

Dilê min jî gote min ” gelek baş e, gelek rind.”

Min ji axa Cizîrê, du gund kirin kul û xem,

Navê yekî Çêlek bû, ê din me kir Cehenem.

Di nav me de nemabûn, ne axa û ne kêfxwe,

Elo, Celo, Kumbiqul, min tev kirin wekî xwe.

Roja me gund ava kir, kete rastê mixtarî,

Gundên me bûn berberî, dijminahî, neyarî.

Tevan girtin darên xwe, bûne weke gurên har,

Ji wî bextê min ê reş, kurê Potê bû mixtar.

Sermiyanê wî derew, li ser wî bû berberî,

Wek Duçeyê talyanî, paşê wî bi xwe de rî.

Xwedî mal û xwedî gund, li bergîlê bû siwar,

Rê xiste mala xwe, Tiro! Paşê bû etar.

Piştî ilmê xwe ê pir bûm Dodoyê qulungvan

Bûm hevalê Kumbiqul, kurê potê sermiyan.

Ev cîhana xapînok, heta min xwe jê nas kir,

Çikim fêde nemaye, emrê xwe min xelas kir.

Ji bo rastî dibêjim, li nav dîna bûme dîn,

Heta bimrim ji nû ve, xelk dê bêjin Cegerxwîn 


Berhemên Cegerxwîn



Helbest: 

 * Dîwana yekem: Prîsk û Pêtî, 1945 Şam

* Dîwana duyem: Sewra Azadî, 1954 Şam

* Dîwana sêyem: Kîme Ez? 1973 Beyrûd

 * Dîwana çarem: Ronak, Weşanên Roja Nû 1980

 * Dîwana pêncem: Zend-Avista, Weşanên Roja Nû19

 * Dîwana şeşem: Şefeq, Weşanên Roja Nû 1982

 * Dîwana heftem: Hêvî, Weşanên Roja Nû 1983 Stockholm

 * Dîwana heştem: Aştî, Weşanxana Kurdistan 1985 Stockholm


Ziman û Ferheng: 

* Destûra Zimanê kurdî, 1961 Bexda

* Ferheng, perçê yekem,1962 Bexda

* Ferheng, perçê diwem,1962 Bexda


Wergerên wî: 

* Kurd. Basîl Nîkîtîn

Mînoriskî

* Leyla û Mecnûn

* Ûsiv û Zelîxe

* Çîroka Xortê îranî

* Dewleta Mahabadê

* Kêferat Li Ser Kurdistanê, Xalifîn

* Baqismatê Reş


Dîrok:

* Çend Şoreşên kurdên kevnare

* Destûra Kurdistanê

* Dewleta Eyûbî Li Yemenê

* Tarîxa Benî Eyûb perçê 1

* Tarîxa benî Eyûb perçê 2

* Tarîxa Benî Eyûb perçê 3