Kovara çand, huner û polîtîkayê ya dumehî, Dilopê hejmara xwe ya 4’an derxist.

Dosyeya hejmara çaran a Dilopê, weşangeriya Kurdî û barê weşangeriya Kurdî ye. Dosye bi moderatoriya xwediyê Weşanxaneya J&J û Berdevkê Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd Azad Zal hatiye amadekirin. Di dosyeyê de bi Weşanxaneya Aramê, pirtukakurdi.com û Weşanxaneya Darayê û weşanxaneya zarokan a bi navê Morî cih girtine.

Di hejmara nû de 13 nivîsên bi Kurdî û 11´ên bi Tirkî hene ku ji nivîs, gotar, helbestan pêk tên. Recep Maraşli, Fewzî Bîlge, Ulku Bîngol, Durzan Cîrano, Hilde Domîn, Bulent Kuçuk, Haci Bîşkîn, Nebez Rêbiwar, Zeynep Yaş, Johannes Saltzwedel, Talat Çetînkaya, Enver Ozkahraman, Nîhat Gultekîn, Emerîkê Sidîqayê, Omer Dilsoz, Namik K. Dînç, Alî Baran, Firat Cewerî, Erdal Sîpan, Bariş Avşar, Mîna Acer, Rêdûr Dîjle, Selamî Esen, Zahîr Kayan û Şêx Evdirehmanê Axtepî bi nivîs, helbest, gotar, wêne û hevpeyvînên xwe bûne mêvanê vê hejmara kovarê.

AMED