Hejmara 5´an Kovara Dilop jî derçû. Kovarê di hejmara xwe ya mijdar-kanûn de “Piştî pêvajoya aştiyê ji nû ve fikirîna meseleya kurd” derxistiye pêş. Lêkolîner Cuma Çiçek li ser mijarê pirtûkek nivîsîbû û pirtûk ji Weşanên Îletîşîmî derketibû. Di Fûara Pirtûkan a Amedê de jî di panelekê de bi vê mijarê daketibû. Kovarê ha ji wê panelê, beşeke mezin wergirtiye û weşandiye. Di hejmara berî vê de li ser weşangeriya Kurdî nîqaşek hatibû kirin, di vê hejmarê de Dawud Rêbiwar bi sernavê “Weşangeriya Kurdî: Pirsgirêk pir bin jî geşedan berdewam e” nivîsek nivîsiye û hem dosyaya berî vê temam kiriye, hem jî rexneyên xwe li axaftinên di wê dosyayê de kirine. Rêbiwar wisa dibêje: “Weşangerên kurd tim di hevpeyvîn û nîqaşên xwe de balê dikişînin ser nebûna şirketeke belavkariya pirtûkên kurdî. Rast e, lê belavkar wê li kê belav bike? Di baweriya min de, eger daxwazeke baş hebe ji bo pirtûka bi kurdî, şirketeke belavkariyê ya kurdan nebe jî dê şirketên belavkariyê yên li Tirkiyeyê vê valahiyê dagirin û wê berhemên kurdî belav bikin.”
Gelek mijar û helbest
Ji nivîsan nivîsa Dr. Erdal Sîpan jî derketiye pêş. Sîpan bi navê “Di tenduristiyê de feraseta bindestiyê” ji bo nivîsa xwe kiriye mijar. Nîhat Gultekîn jî li ser Cemila Celîl a bi xebata xwe ya li ser muzîka Kurdî navdar bûye, gotarek weşandiye. Muslum Uzulmez, Recep Dildar, Dûrcan Cîrano, Îbrahîm Karaca, Nevzat Onaran, Bulent Gedîk, Fatime Tikîn, Namik Kemal Dinç, Erdal Sîpan, Mehmet Çakmak, Mehmet Bayrak, Metin Yamalat, Cemil Oguz, Enver Ozkahraman, Îsmaîl Dîndar, Barış Avşar, Ferîd Demîrel bi nivîsên xwe, her wiha Furûx Feroxzad, Muslum Aslan, M. Çiya Mazî, Çorê Arda, Gulten Hayaloglu Kaya, Osman Sebrî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine .
AMED